Li Îranê zext û binçavkirinên kêfî yên li hemberî Kurdan didomin

Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê welatiyek Kurd binçav kirin û ceza li 4 girtiyên siyasî birî.

Zext û binçavkirina welatiyên Kurd a ji aliyê dewleta Îranê ve berdewam in. Di vê çarçoveyê de welatiyek Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hat binçavkirin û 4 girtiyên siyasî jî ceza lê hatin birîn.

Li gor nûçeya Kolbernews’ê hêzên dewleta Îranê bi ser mala welatiyê bi navê Keywan Ehmedî yê xelkê gundê Beyremî ya ser bi Mihabadê de girtin, bêyî biryara dadwer ew binçavkirin û birin cihek nediyar.

Hat gotin tevî hemû hewldanên malbatê, hêzên dewletê têkildarî çarenûsa Keywan Ehmedî ti agahî bi malbatê re parve nekirine.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku çar girtiyên siyasî yên xelkê bajaroka Awdanan a ser bi bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê; Mihemed Danyalî, Wehîd Çawran, Nasir Rezayî û Mihemed Hisên Haslî ji aliyê Şaxa 2 ya Dadgeha Îlamê ve bi giştî 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatin birîn.

Her wiha hatiye diyarkirin her çar girtiyên siyasî beriya niha bi hinceta tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne, ji aliyê Şaxa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve bi tometa ‘êrîş, xwepêşandan û piştgiriya li dijî ewlehiya neteweyî” hatin tawanbarkirin û 12 sal cezayê girtîgehê li wan hatibûn birîn.