Li 4 taxên Şirnexê şerên dijwar diqewimin
Şirnex bi giştî rojê ji aliyê tankan hat topbarandin, di navbera hêzên dewletê yên hewl dan bikevin taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Dîcleyê û hêzên YPS/YPS-Jinê de şerên dijwar diqewimin.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên ev 5 roj in li navenda Şirnexê didomin, berxwedana endamên YPS/YPS Jinê bê navber didome. Bi taybet li taxên Yeşîlyûrt, Cûmhûriyet, Gazîpaşa û Îsmetpaşa ev du rojên dawî şerên dijwar diqewimin. Tax ji milekî ji aliyê 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan bi tankan tê topbarandin, ji milê din jî hêzên hewl dan bikevin taxan li dîwarê berxwedana YPS/YPS Jinê diqewimin.
Şerên domahiya rojê li sê taxan dewam kirin danê êvarî dijwar bûn. Ji ber bi her sê taxên ku sivîl lê dijîn re têkîlî qut bûne, der heqê mirî û birîndaran de ti agahî nayên girtin.
Di encama topbaranên ji danê sibehê ve ji malên ku şewitîn dûman bilind dibe, topbaran li ser bajêr bê navber didome.