Li 3 bajaran piştî nimêja Înê dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarên Hambûrg, Essen û Hagen ên Elmanya bi daxuyaniyên piştî nimêja Înê qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

HAMBURG
Kurdên li Hambûrgê piştî nimêja Înê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin. Daxuyanî ji aliyê Seydayê Mizgefta Şêx Saîd a girêdayî Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Saît Akbana hat xwendin, banga çalakiyên li dijî vê zilmê hat kirin.
Akbana bang li her kesên ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ kir ku li dijî êrîşên rejîma AKP’ê bêjin ‘raweste’.
ESSEN
Li bajarê Essenê piştî nimêja Înê ya li Mizgefta Saîdî Kurdî, bi dehan kesî li ser cadeya Am Frîesteîn qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin. Ji meleyên Civaka Îslamiya Kurdistanê Mele Mûhammed û Mele Hasbî axivîn.
Di axaftinanan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ev qetlîamên li derveyî mirovahiyê yên li dijî Kurdan bi DAIŞ’ê re dike û wek CÎK’ê li dijî van qetlîam û zilmê wê ti carî bê deng nemînin û di her platformê de nelet bikin.
Destnîşankirin ku wê zû an jî dereng hesabên vê hovîtî û wehşetê bipirsin.
HAGEN
Li Hagenê li Mizgefta Şêx M. Emîn, Melle Abdûllah bi cemaate xwe ve terora dewletê ya li ser gelê Kurd protesto kir. Yên li dijî van êrîşana li ber xwe didin hatin silavkirin, peyamên xwedîderketina berxwedanê hatin dayîn.