Leşkerên artêşa Tirk bi piştgiriya helîkopteran ketin Cerablûsa nêzî Kobaniyê ye û di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê de ye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, yekîneyên taybet ên ji nêzî 20 wesayît pêk dihat, bi piştgiriya helîkopteran ketin navçeya Cerablûsa li ser Çemê Firatê ya di navbera bajarên Qamişlo û Kobaniyê de.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn artêşa Tirk ji bo guhertina leşkerên gora Sûltan Silêman Şah diparêzin, van leşkeran şandine herêmê. Ji avabûna Sûriyeyê heta îro ji bo parastina vê gorê di navbera her du welatan de peymanek heye.
Di çarçoveya vê peymanê de her sal, leşker têne guhertin. Lê balkêş bû ku beriya niha her tim guhertina leşkeran tenê bi rêya helîkopteran pêk dihat, lê niha wesayîtan di rêya bejahî re sînor derbas kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi leşkerên Tirk re, endamên Artêşa Sûriyeya Azad jî hebûn. Piraniya şêniya Cerablûsê Ereb in û di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de ye. Bajarê Kobanî jî bi temamî di destê Kurdan de ye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li nêzî Cerablûsê cihên kontrolê danîne.
Hate zanîn ku YPG’ê bi Artêşa Sûriyeya Azad re hevdîtin pêk anîne û hat diyarkirin ku leşkerên Tirk ji goristana navborî derneketine.