Girseya gel, ku ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîr û Silopiyayê hewl da bi peyatî di ser Çiyayê Cûdî re xwe bigihîne navçeyan, piştî êrîşa bi topan vê carê jî di vegerê de bi maşînên zirxî û hejmareke zêde ya leşkeran pêşî li wan hat birîn. Girseya ku nikare vegere, bi êrîşa leşkerên Tirk re rû bi rû ye.
Girseya gel duh ji navenda Şirnexê bi rê ket û ji bo bi peyatî karibe xwe bigîhe navçeyên Cizîr û Silopiyayê, berê xwe da çiyayê Cûdî. Lê belê ji ber topbarana ji Tabûra Tankê ya Hîsarê girseya gel bi 3 parçeyan ji hev belav bû û xwest vegere navenda bajarê Şirnexê. Lê belê leşkerên Tirk bi maşînên zirxî pêşî li gel birîn. Gelê ku bi gefa êrîşa leşkeran re rû bi rû ye, li ber xwe dide.
Girseya gel ku di nav de parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk Bûrcû Çelîk Ozkan û Bedran Ozturk jî hene, li herêma kanên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdî ye. Ji bo destwerdana li gel, hejmareke zêde ya maşînên zirxî yên bi tîma Kobra û Akrep çûn herêmê. Hat ragihandin ku 10 kesên ji ber topbaranê ji komê veqetiyan, xwe gihandine gundê Hesana.