Leşkerên di destê gerîla de dîl girtî ne, ji ajansa me re axivîn
Leşkerên Tirk ên di destê gerîlayên HPG'ê de dîl girtî ne, bi wesîleya cejnê ji ANF'ê re axivîn.
Leşkerên Tirk ên di destê gerîlayên HPG'ê de dîl girtî ne, bi wesîleya cejnê ji ANF'ê re axivîn.
Leşkerên Tirk ên di destê gerîlayên HPG'ê de dîl girtî ne, bi wesîleya cejnê ji ANF'ê re axivîn.
ADÎL KABAKLI: Li Erzînganê ez leşker bûm. Piştî ku çûm ATM, di dema vegera li yekîneya xwe de hatim girtin. Bi qasî deh meh in li vê derê me. Îro cejn e, di serî de têm destê dayik û bavê xwe, çavên xwişk û birayên xwe maçî dikim û cejna wan pîroz dikim. Ez ji vê derê ji malbata xwe re dibêjim; bila ji ber min xwe nêşîne, bila sebir bike. Yekane tişta ez ji we dixwazim; ji ber min xwe nêşînin. Ez timî li we difirim, bi hesreta we me. Mayîna min a li vir ne ji ber min e. Şukur ji Xwedê re, hûn jî dibînin ez li ser xwe me. Înşeleh em ê di dema pêş de careke din ev bibînin. Ez dizanim, we gelekî bêriya min kirine, çi ji destê we tê hûn ji bo min dikin. Min jî gelekî bêriya we kiriye. Min hemû mirovên ji min hez dikin, derdora me, dost û kekên xwe ji bîr nekiriye, ez careke din cejna we û ya hemû malbata xwe pîroz dikim.
MUSLUM ALTINTAŞ: Di dema leşkeriyê de hatim girtin. Cejna dê û bavê xwe pîroz dikim. Hûn li derve li çi rast tên nizanim, hûn bi kê re têkiliyê datînin nizanim. Kî bi we re eleqedar e nizanim. Lê ez dizanim çi ji destê we tê hûn dikin. Dîsa jî hûn dengê xwe bigihînin cihê pêwenîdar wê baş be. Min gelekî bêriya we kiriye. Dil dixwaze li cem we be û bi we re cejnê pîroz bike. Lê mixabin ez niha li vir im. Niha li welêt şerek heye. Ev şer wê heta kengî dewam bike, nizanim. Lê niha li vir im. Ez zanim, hûn gelekî dêşin ji ber ku li vir im. Ne hewce ye hûn xwe bêşînin. Ji ber şerê li welêt, divê em hinekî din li vir bin. Bêguman ez ê rojekê bêm cem we. Bi sax û selametî ez ê bêm. Ez careke din cejna we pîroz dikim.
ASIM SULEYMAN SÛNGÛR: Dema min leşkeriya xwe li Licê dikir hatim girtin. Di roja dayikan de ne li cem dayika xwe bûm. Roja dayikan a dayika xwe pîroz dikim. Wekî din ev du cejn in ne li cem dayika xwe me. Cejna dê, bav, xwişk, biraz, biraziyê xwe pîroz dikim. Têm destê mezinan û çavên biçûkan maçî dikim. Ez dijîm, rewşa min baş e. Li ser piyam e. Bêguman rojekê em hev bibînin. Cejna kekên xwe, hevalên xwe û derdora xwe pîroz dikim. Destê dayika xwe maçî dikim, her kesî silav dikim. Ji bo min sebir bikin û dixwazim hûn hinekî din bikevin nava tevgerê.