Leşkeran li Dêrsimê êrîşî şehîdgeh û Mala Cem kirin
"Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a gorên PKK'î û hestiyên kesên di qetlîama Dersimê ya di 38'an de hatine qetilkirin hene jî bi tank û helîkopteran ve hate bombebarankirin.
"Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a gorên PKK'î û hestiyên kesên di qetlîama Dersimê ya di 38'an de hatine qetilkirin hene jî bi tank û helîkopteran ve hate bombebarankirin.
Operasyona ku beriya 3 rojan piştî ku rêya Pilemûriyê hate girtin, hate destpêkirin li geliyê Pilemûriyê berdewam dike. "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a gorên PKK'î û hestiyên kesên di qetlîama Dersimê ya di 38'an de hatine qetilkirin hene jî bi tank û helîkopteran ve hate bombebarankirin. Piştî bombebaranê leşker ketin goristanê û bi teqemeniyan Mala Cem teqandin.
Operasyona leşkerî ya ku Walîtiya Dersimê beriya 3 rojan rêya Pilemûriyê û Dersimê girtin û hate destpêkirin li çoltera geliyê Pilemûriyê didome. Piştî ku operasyon destpê kir sewqiyata leşkerî hate kirin û bi helîkopteran ve leşker birin herêmê. Operasyon herî zêde li sêgoşeya gundên Hakîs, Malka Sor û Zagê tê kirin. Li nêzî gundê Zagê ya "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a ku gorên PKK'iyan û hestiyên keskên ku di qetlîama Dersimê ya di 38'an de hatine qetilkirin hene bi helîkopteran ve bombebaran kirin. Piştî bombebaranê Mala Cem a li hundirê şehîdgehê ji aliyê leşkeran ve bi teqemeniyan ve hate teqandin. Gor jî bi tankan ve hatin bombebarankirin.
Li herêmê dem bi dem teqînên dijwar çêdibin û herêm ji bo çûn û hatinê re hatiye girtin. welatiyên li gundên bi ser navçeyên Qisle û Pilemûriyê dijîn jî têkîliya wan a li derve hatiye qutkirin. Ji ber bombebarana zêde dîrekên elektrîkê zerar dîtin û li gundan elektrîk hat qutkirin. Ji ber nebûna elektrîkê sîstema ku avê dide gundan jî zerar dît û av jî naçe gundan.
Ji duh êvarê heta niha bombebaran berdewam dike û li herêmê balafirên keşfê difirin.
Welatiyê bi navê Alî Arici yê li gundê Hakîsê ya bi ser Qisleyê dijî û me bi telefonê xwe gihand diyar kir ku ev 3 roj in rê girtî ne û elektrîka wan jî hatiye qutkirin. Arici bilêv kir ku ji ber bombebaranê nikarin sewalên xwe jî derxin derve, li gund 11 kes in û dem bi dem dengê çekan dibihîzin.
Li aliyê din li herêma ku operasyon heye leşkeran serê sibehê careke din bombebaran kirin û HPG'iyan bersiv dan operasyonê û pevçûn qewimî, pevçûna derket didome.
MERTALÊN ZINDÎ HATIN ASTENGKIRIN
Parlamentera HDP'ê Edîbe Şahîn, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bavê efserê bi navê Semîh Ozbey ê di 18'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayan ve hate ragirtin, Gursel Ozbey jî heye nêzî 100 kes ji bo bibin mertalên zindî li navenda bajar kom bûn û ber bi geliyê Pilemûriyê meş li dar xistin. Mertalên zindî yên xwestin xwe bigihînin herêma operasyonê li ser rêya Pilemûriyê di duriyana Sulukê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin. Hevdîtina leşker û rayedaran berdewam dike û welatiyan ji dest bi çalakiya rûniştinê kirin.