Lavrov: Em hêvî dikin ku hevdîtinên Sûriyeyê di dawî mehê de destpê bike
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Lavrov di civîna çapemeniyê de axivî, got bi Kerry re hema hema tevahî milên qrîza Sûriye axivîne û hêvî dikin ku pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê vê mehê destpê bike. Lavrov destnîşan kir ku niyeta wan tineye ku hevdîtinên Sûriye yên tên plankirin ku vê mehê destpê bike talûq bikin.
‘EM Ê JI DERVE TEVLÎ HEVDÎTINAN BIBIN’
Lavrov diyar kir ku Rûsya, DYA û welatên din ên di Koma Piştgiriya Sûriye de wê tevlî hevdîtinên di navbera aliyan de nebin, wiha dewam kir: “Lê em ê bi pêvajoyê re bimeşin. Ji bo Sûriyeyê karibin li hev bikin, bi formatekî bi fêde em ji derve tevlî van hevdîtinan bibin.”
‘MÊ PÊŞNIYARÊN XWE YÊN TÊKÎLDARÎ KOMÊN MUXALÎF PÊŞKÊŞ KIR’
Lavrov destnîşan kir ku di mijara hilbijartina komên mûxalîf ên wê tevlî civînê bibin de bi Nûnerê Taybet ê Sûriye yê NY Staffan de Mistûra bawer in. Lavrov wiha domand: “Em wek Rûsya û DYA, ji bo komên mûxalîf ên wê karibin tevlî hevdîtinan bibin me pêşniyarên xwe dan.”
‘ARTÊŞA ÎSLAM Û AHRAR EL-ŞAM RÊXISTINA TERORÎ NE’
Lavrov dûbare kir ku Artêşa Îslam û Ahrar El-Şam wek rêxistinên terorî dibînin.
‘DAIŞ Û EL NÛSRA NIKARIN TEVLÎ AGIRBESÊ BIBIN’
Wezîrê Rûs ragihand ku biryara agirbesê ya di meha Kanûnê de li Konseya Ewlekariyê ya NY hat girtin wê bingeha polîtîkaya wan a Sûriyeyê be, wiha got: “Di çarçoveya vê biryarê de, me DAIŞ û El Nusra li derveyî vê çarçoveyê hişt. Ev her du rêxistin nikarin bikevin çarçoveya vê agirbesê. Heta em wan tine bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”