Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin
Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, li Tetwanê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin.
Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, li Tetwanê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin.
Laleş Çelîker piştî 30 salan di 3’ê Gulanê de hate berdan. Çelîker li Tetwanê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin Pêşwazî di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk hat û parlementerên DEM Partî ya Bedlîsê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistina girseyî ya demokratîk ên li bajêr tevlî pêşwazîkirinê bûn.
Laleş Çelîker bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan û çepikan hate pêşwazîkirin û girseyê piştre derbasî Avahiya DEM Partî ya Tetwanê bûn. Parlementerê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan li vir axivî û diyar kir ku Kurd bi salan in ji bo ziman û hebûna xwe têdikoşin. Piştî axaftinan Laleş Çelîker ji avahiya navçeyê kevoka spî firand ku sembola aştî û azadiyê ye. Pêşwazî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.