Kurkçu: Sirgûnkirina girtiyan çareserî nîne

Kurkçu: Sirgûnkirina girtiyan çareserî nîne

Piştî li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da girtiyên din sirgûnî girtîgehên din tên kirin. Endamê Komîsya Jêrîn ya Girtîgehan ya Meclîs û Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, sirgûn çareseriyê pêk nayne. Kurkçu, anî ziman ku pirsgirêk darizandinekî dadî pêknayê û divê ji bo çarseriyê ji vir destpê bikin. Seroka Giştî ya TUAD-FED'ê Zubeyde Teker jî diyar kir ku, pirsgirêk bi zêdebûna girtiyan nayê aşkera kirin.

Piştî îdîayên îşkence, tacîz û tecawizê yên li Girtîgeha Zarokan ya Pozantiyê Wezareta Dadê girtîgeh girt û 200 zarok jî sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Lê zarokên hatin sewqkirin diyar kirin ku, heman pirsgirêk berdewam dikin. Di 16'ê hezîranê de ji ber pirsgirêkan li Girtîgeha Rihayê serhildan pêk hat. Girtiyên li girtîgehê sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatin kirin.

'SEWQ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKE'

Endamê Komîsya Jêrîn ya Girtîgehan ya Meclîs û Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, li girtîgehê lêkolîn kirin û anî ziman ku, sirgûn pirsgirêkan çareser nake û wiha axivî: "Li Girtîgeha Rihayê zêdebûn heye. Ji xwe di serhildana duyemîn de ji bo girtiyan derbixin derve hinek koxiş hatin hilweşandin. Ji ber vê yekê sewq pêk tên. Lê pirsgirêkên heyî bi van sewqan nayên çareserkirin. Darizandina van kesan li Riha û bajarên derdorê pêk tên. Ji ber vê yekê sewq encameke giran bi xwe re tînin."

'PÊVAJOYEKÎ BÊDADÎ Û DIRÊJ HEYE'

Kurkçû, bilêv kir ku sedema pirsgirêkan darizandina nedadî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Darizandineke bêdadî û dirêj heye. Helwest dadgehan ya girtiyan li girtîgehê bigirin heye. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji kapasîteya wan 1,5 qat zêde girtî tên girtin. Girtiyan bi xwe şewitandinê pirsgirêk anîn ziman." Kurkçu, da zanîn ku li Girtîgeha Rihayê pirsgirêk tenê zêde girtî nînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li holê tenê pirsgirêka zêde girtî hene nîne. Li vir weke komisyonê me hevdîtin bi girtiyan re kir. Behsa rêveberiya pêkanînên gadar dike tê kirin. Mafên girtiyan tunene. Ev pirsgirêk zêdebûn û li cihekê teqiyan. Bi taybet behsa pêkûtiyên qadar yên midûrê girtîgehê û gardiyanekî dikin."

RAPOR DÊ PÊŞKÊŞ WEZARETA DADÊ BÊ KIRIN

Kurkçu, anî ziman ku wan hevdîtinên bi girtiyan re girtin kirin tomar û dê pêşkêş Wezareta Dadê bikin û wiha axivî: "Em ev yek weke Komsiyana Mafên Mirovan ya Meclîsê qeyd kirin. Li vir tu peywira me ya em wan ji peywirê bigirin tuneye lê me rapor amade kir û em dê pêşkêş Wezareta dadê bikin. Hêvî dikim ku dê berpirsiyar ji peywirê bên girtin. Li Girtîgeha Osmaniyeyê jî pêk hatin. Li ser rapora me midûr ji peywirê hate girtin."

'DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYÊN ŞER BÊ BERDAN'

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî diyar kir ku bûyerên li Girtîgeha Rihayê dest pê kirin û li gelek girtigehên din belavbûn tenê bi zêdebûna girtiyan nayê aşkerakirin û wiha got: "Divê polîtîkayên şer ên dibin sedema van girtinan bên diyarkirin. Pirsgirêka duyemîn ji polîtîkayên li hemberî girtîgehane. Pirsgirêk tenê pirsgirêka cih nîne. Pirsgirêk pêkutiyên li hemberî wan mirovane. Heke hûn hemû mafên mirovan ji destê wan bigirî dê ev bertek pêk tên." Teker, daxuyaniya Serokê Komîsyona Mafên Mirovan Ayhan Sefer Ustun ya mizgîniya girtîgehê bêcidiyet bi nav kir û wiha axivî: "Li vir ya bingehîn ew e ku sûc ji holê bê rakirin. Divê dest ji polîtîkayên şer bê berdan."