Kurdistan bi ruhê Kobanê diherike Botanê
Beriya meşa sibehê ya bi tevlîbûna Hevserokên DBP, HDP, DTK, aktîvîstên KJA û heyeta pê re ber bi Şirnexê, li Şirnexê amadekarî bi dawî bûn.
Beriya meşa sibehê ya bi tevlîbûna Hevserokên DBP, HDP, DTK, aktîvîstên KJA û heyeta pê re ber bi Şirnexê, li Şirnexê amadekarî bi dawî bûn.
Beriya meşa sibehê ya bi tevlîbûna Hevserokên DBP, HDP, DTK, aktîvîstên KJA û heyeta pê re ber bi Şirnexê, li Şirnexê amadekarî bi dawî bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê di civîna çapemeniyê de têkîldarî meşê axivî, diyar kir ku Cizîr û Silopiya ji Kobanê ne cudatir e, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana mezin a li Botanê.
Hevserokên DBP, HDP, DTK, aktîvîstên KJA, parlamenter, nûnerên saziyên civaka sivîl, gelek nivîskar, rewşenbîr li dijî qetlîam û terora dewletê ya di bin navê “qedexeya kolanan” de li ser navçeyên Cizîr û Silopiya tên meşandin sibehê li Şirnexê dest bi çalakiya nobedê dike. Beriya hatina heyeta ku wê bi rêzeçalakî û aktîvîteyan ve li Şirnexê terora dewletê û qetlîaman protesto bike, Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Osman Baydemîr û Ayşe Acar Başaran, her wiha rêveberên DBP û HDP’ê li Şaredariya Şirnexê civîna çapemeniyê li dar xistin, banga pêşwazîkirina heyetê li gelê Botanê kirin.
Di civîna çapemeniyê de rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Yahya Îdîn axivî, got ji bilî gelê Botanê pêwîst e Kurdên li metropolan û beşên demokratîk jî piştgiriyê bidin berxwedanê. Îdîn bang li gelê Şirnexê kir ku sibehê saet 16.00’an li Qada Omer Kabak heyetê pêşwazî bikin û wiha got: “Em bang li gelê Şirnexê dikin ku bi bajarok û gundên xwe ve mil bidin vê pêşwazîkirinê û vê berxwedanê.
Wekîlê HDP'ê Osman Baydemîr jî diyar kir ku li Botanê li dijî zilmê berxwedanek mezin heye, wiha got: "Cîhan bi coşek mezin dikeve sersala nû. Lê li axa qedîm a mirovahiyê gelê Şirnexê warê Mem û Zinê Cizîr û Silopiya di bin hovîtiyek mezin de sersalê pêşwazî dike. Zalim û Dehaqan sifreya sersala nû li vir danîne. Hevserokên DBP, HDP, KCD'ê û nûnerên saziyên me, wê meşa mirovahiyê pêk bînin. Em vê meşa bi rûmet silav dikin.
Niha amadekariyên me yên meşê bi dawî bûne. Sibê saet di 16.00'an de em dê heyetê pêşwazî bikin. Em li benda gelê xwe ne. Em dixwazin vê hovîtiya li Cizîr û Silopiya pêş dikeve rawestînin. Niha ti cudahiya Cizîr û Silopiyayê ji Kobanê tine ye. Sala par çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê her der rûxand û talan kir, niha jî heman tişt li Cizîr û Silopiyayê pêk tê. Divê raya giştî ya cîhanê vê rastiyê zanibe."
Baydemîr, bang li her kesî kir ku beşdarî vê meşa mirovahiyê bibin."