Kurdan û derdorên navneteweyî şiyarî dan AKP’ê

Li welatên Ewropa, bertekên li hember polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê belav dibin.

Li welatên Ewropa, bertekên li hember polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê belav dibin. Di axaftinên nûnerên saziyên navneteweyî yên di çalakiya li Londrayê a pêşiya avahiya BBC yê de bang kirin ku AKP dest ji qetlîamên xwe berde û banga hestyariyê li raya giştî hat kirin. Li Avûstûryayê SPO, bertekên tûnd nîşanî AKP’ê da, li Torontoyê jî berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

LONDRA

Li paytext Londra ya Îngîltereyê, li hember polîtîkayên qirkirina AKP’ê di pêşengtiya Meclisa Gel a Brîtanyayê li pêşiya avahiya BBC’yê kom bûn. Girseya ku bi şîara ‘ Her cih Kurdistan e, her cih berxwedan e’ kombûn, piştî axaftinan ber bi qada Leîcester ve meşiyan. Rê li çûyin û hatinê girtin, bi Înglîzî dirûşm gotin û belavokên bi Îngîlîzî jî belav kirin. Bang li BBC û torên din ên çapemeniyê kirin ku li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bê deng nemînin.

RYAN: DI KÊLIYÊN EM DAXIVIN DE AKP JIN Û ZAROKAN QETIL DIKE

Di çalakiyê de Rêveberê Komîsyona Aştî û Edaletê Jon Ryan axivî û wiha got: “Ji demek dirêj ve ez pirsgirêkên Kurd-Tirk dişopînim, di vê pêvajoyê de Kurd rastî bê mafiyek mezin tên, îro li vir piştgirîdayîna gelê Kurd, bi têkoşîn û êşên wan re dibin hevpar. Hevdîtinên aştiyê, Erdogan digot ji aliyê min ve hatiye destpêkirin. Di kêliyên ez daxivim de niha li wir jin û zarokan qetil dike.” 

LEVÎDOW: ŞERMA MIROVAHIYÊ

Berdevkê KampanyayaLi Dijî Krîmînalîzekirina Civakan Les Levîdow xitabî girseyê kir û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê mafê mirovan tê îxlalkirin, hilbijartin bi edalet û demokratîk derbas nebû. Mirovên bê sûc tên girtin, bi binçavkirin û êşkenceyan tên kuştin û tên krîmînalîzekirin. Hewl ddin malbatên gelek mirovan jî krîmînalîze bikin. Pêkanînên wan şermek mirovahiyê ye û îxlala mafên mirovan e.”

Azîz Tûnç jî wiha got: “Ti hêz nikare me asteng bike. Em bi hêza xwe ya birêxistinkirî, li hember bê mafî û zilmê têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê bi ser bixin.” 

VIYANA

Li Avûstûralya yê jî Serokê Koma Parlementoya SPO ya li ser desthilatdariyê Andreas Schîeder û Endamê Meclisa Şaredariya Viyanayê Mûna Dûzdar, li dijî qetlîamên dewleta Tirk daxuyanî da.

Schieder û Duzdar danezana hevpar weşandin û wiha gotin: “Ya ku niha li rojhilatê Tirkiyeyê tê jiyîn, biryareke şer a li hember gelê xwe ye. Şerê ku li hember PKK’ê jî tê birêvebirin, Gelê Kurd weke milîtanên PKK’ê dibînin. Sivîl jî di hedefa lûleyan de ye.”

 ‘EWROPA ŞERMEZAR BIKE; DEWLETA TIRK JÎ DAWÎ LI KUŞTINÊ BÎNE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin:

“Bi vî awayî li bajarê Kurdan ê herî mezîn Amedê terora dewletê hat îlankirin, qedexeya kolonan bi xwe re anî. Artêşa Tirk bi tank û topan êrîşî taxan dikin û welatiyên sivîl qetil dikin. Li gel vê jî tîmên taybet ên Tirk kiryarên dijmirovahiyê pêk tînin û li ser taxan rasterast guleyan dibarînin, êşkence û qetilkirina mirovan didomîne.”
Daxuyaniyê diyar kir ku divê Ewropa qetlîamên hikûmeta AKP’ê şermezar bike, Tirkiye jî divê demildest dest ji qetilkirinan û îxlalkirina mafê mirovan berde.

Parlementera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan û ji OPS’ ya nû Şenol Akkiliç di tevnên xwe yên civakî de bertek nîşanî dewleta Tirk dan.

TORONTO

Li bajarê Toronto a Kanadayê Ciwanên Kurd protestokirinên dewleta Tirk didomînin.

Di roja pêncem a çalakiyê de, ciwan bang li her kesî kir ku li hember qetlîamên dewleta Tirk rabin ser lingan û berxwedana xwerêveberiyê silav bikin.

Ciwanan têkildarî berxwedana gelê Kurd belavok belav kirin.

...