Kurd û Yewnanî meşiyan: Qatil Erdogan!

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurd û Yewnaniyan li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin.

Rêxistinên çep ên Yewnanî û Kurd li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyan ji pêşiya Parlamentoya Yewnanîstanê ber bi Sefîrxaneya Tirk ve meşek girseyî li dar xistin.

Bi sedan kesên ji gelê Yewnanî û Kurdên li Atînayê dijîn tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de pankartên, “Qatil Erdogan”, “Ji Kurdistanê Re Azadî” û “Em Xweseriya Demokratîk Silav Dikin” hatin vekirin, AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin protestokirin.

BANG LI YE

Girseya li pêşiya Nûnertiya Ewropa çalakiya rûniştinê lidarxist xwest qetlîamên AKP’ê yên li ser Kurdistanê bê rawestandin. Çapemeniya Yewnanî eleqeyek mezin da çalakiyê.

...