Krîza li Başûrê Kurdistanê vediguhere krîza aborî û leşkerî

Endamê Komîteya Saziyên Civakî yên Sivîl a Parlamenta Başûrê Kurdistanê parlamenterê YNK'ê Sala Mahmûd, krîza li Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku pêwîstî hîn bêhtir bi diyalogê heye.

Endamê Komîteya Saziyên Civakî yên Sivîl a Parlamenta Başûrê Kurdistanê parlamenterê YNK'ê Sala Mahmûd, krîza li Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku pêwîstî hîn bêhtir bi diyalogê heye. Mahmûd anî ziman ku divê berjewendiyên neteweyî berî berjewendiyên partiyan be.

Mahmûd da zanîn ku girîng e krîza li Başûrê Kurdistanê bi rêyên qanûnî were çareserkirin û got, "Krîzên siyasî, aborî û leşkerî hene. Lê ya herî girîng jî krîzeke hiqûqî heye. Dema wezîfeyê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi xala 12. a biryarnameya pêwendîdar re hatiye sererastkirin. Li binê vê qanûn û biryarnameyê îmzeya Birêz Barzanî bi xwe heye. Li gorî vê xalê, dema wezîfeyê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di 12'ê Tebaxa 2015'an de diqediya.

Her wiha li gorî xala 15'an a li ser erk û wezîfeya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di valahiyeke li erka serokatiyê de wê Serokê Parlamentê ji bo 2 mehan wezîfeya Serokatiya Herêmê bi cih bîne. Serokê Parlamentê di nava vê demê de divê li parlamentê hilbijartinê pêk bîne. Lê belê destûra vê yekê nayê dayîn.

Ji ber vê yekê, ev pirsgirêk ji aliyê partiyên siyasî ve nehat çareserkirin. Vê yekê di nava gel de jî rê li ber aciziyê vekir. Gel di nava rewşeke hêrsbûyî de ye. Girîng e partiyên siyasî çareseriyeke lezgîn peyda bikin û valahiya serweriya li Başûrê Kurdistanê dagirin."

BINGEHA KRÎZA ABORIYÊ, NE ZELALÎ YE

Mahmûd, sedema bingehîn a krîza aboriyê ya rê li ber nerazîbûna karmendan vekir, weke ne zelaliyê bi nav kir û got, "Başûrê Kurdistanê ji aliyê budçeyê ve bi salane bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî dixebite. Hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî li ser mijara budçeya Kurdistanê, bi demê re li ser hin aliyan li hev kirin. Ev yek car carna bû sedema pirsgirêkan.

Hikûmeta herêmî biryar da ku ji bo herêma Kurdistanê budçeyeke xweser ava bike. Wê ev yek bi firotina petrola di ser Tirkiyeyê re, pêk bianiya. Lê belê ev bazirganî bi projeyeke ne zelal re tê meşandin û bersivê nade pêwîstiyên gelê Kurdistanê.

Wekî din, hatina 1.5 mîlyon penaber ji ber şerê li herêmên cuda yên Iraqê, barekî mezin li aboriya heyî zêde bû. Vê yekê jî bandora tepisandinê li budçeya Kurdistanê kir."

YNK-GORAN JI ALIYÊ ŞÊWEYÊ MÛXALEFETÊ VE JI HEV CUDA DIFIKIRIN

Mahmûd bibîr xist ku di navbera PDK, YNK, Goran û Hevgirtî de hevdîtin hene û da zanîn ku PDK ne di nav de, hemû partiyên din alîgir in sîstema parlamenteriyê ya li Başûrê Kurdistanê bidome. Mahmûd diyar kir ku ev pirsgirêk di navbera PDK û Tevgera Goran de veguheriye pirsgirêkeke girantir û anî ziman ku PDK'ê pêşî li serokê parlamentê û hin wezîran girt ku bikevin nava bajarê Hewlêrê, ev yek jî nêzîkatiyek bi berpirsyarî nîne.

Mahmûd ragihand ku Tevgera Goran û YNK bi giranî li Germiyan, Helepçe û Silêmaniyeyê bi bandor in û got, "Yanî bingeha wan gelekî nêzî hev in. Li van deran xwepêşandan hene. Weke YNK em dixwazin pirsgirêk li parlamentê bê çareserkirin."

'EM LI HEMBERÎ DESTWERDANA JI DERVE NE'

Mahmûd da xuyakirin ku ew li dijî destwerdana ji derve ne û got, "Divê em pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin. Bi vî rengî em ê karibin pêşî li destwerdana derve bigirin. Lê belê pêwîste em bi Iraqê re mijarê nîqaş bikin, ji ber ku Başûrê Kurdistanê hînê parçeyek ji Iraqê ye."

'DIVÊ TIRKIYE BERIYA HER TIŞTÎ HURMETÊ NÎŞANÎ GELÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ BIDE'

Mahmûd di dewama axaftina xwe de ragihand ku divê Tirkiye beriya her tiştî di nava xwe de pirsgirêka bi Kurdan re çareser bike, dawî li zextên li hemberî HDP'ê bîne û got, "Ancax di nava van şert û mercan de em dikarin bi wan re têkiliyên aboriyê bidomînin. Girîng e Başûrê Kurdistanê, li gorî nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê têkiliyê deyne. Divê hikûmeta Tirk mafên gelê me yê li Bakurê Kurdistanê nas bike. Bêguman pêwîste têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne di asta partiyan de, di asta hikûmetan de bê meşandin.

Bi Îranê re weke welatekî cîran têkiliyên me yên aboriyê heye û divê em vê bidomînin. Lê belê pêwîste bi ti awayî destûr ji destwerdaneke derve ya li hemberî Başûrê Kurdistanê neyê dayîn."

'JI BO ÇARESERIYÊ PARTÎ NÊZÎ HEV NABIN'

Mahmûd da xuyakirin ku pêwîstî hîn bêhtir bi diyalogê heye, divê berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên partiyan be û got, "Naxwe  hemû alî dikarin zerarê bibînin. Divê em ji bîr nekin ku bi DAIŞ'ê re sînorekî me yê ji hezar sê sed kîlometre heye.

Pêwîste gelê me li herêmên weke Şengal û Saadiye bê azadkirin. Pêwîstî bi xweşbînî û xizmetê heye. Divê em xwe ji rakişîna siyasî ya bandoreke neyînî li jiyana gel bike, vegirin. Ji ber ku xuyaye pirsgirêk bandoreke neyînî li jiyana gel dike. Em pêşniyar dikin ku hemû tevgerên siyasî li parlamentê vegerin. Eger li parlamentê neyê çareserkirin, wê pirsgirêk bigihêje sala 2017'an."

'YEKPAREBÛNA EWLEKARIYA NETEWEYÎ' JI BO KCK'Ê MAFÊ DESTWERDANÊ DIAFIRÎNE

Mahmûd da xuyakirin ku girîng e pirsgirêk di navbera partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de were çareserkirin û destnîşan kir, ku KCK li Başûrê Kurdistanê tevgereke xwedî hêza siyasî ye. Mahmûd diyar kir ku KCK li dijî DAIŞ'ê têdikoş e, li Rojava bi cihgirtina li cem YPG û YPJ'ê re tevkariyeke me zin dike û got, "Bandoreke girîng a KCK'ê heye. Wê pêwîstî bi tevlîbûna KCK'ê hebe yan na, wê nizanim. Lê belê ji aliyê bingehîn ve divê hêzên Başûrî bibin xwedî hêza çareseriya pirsgirêkê."