Koordînatorê Heyet El-Tesîq li Rojava ye
Koma heyet El- Tesîq a di Serokatiya Hesen Ebdûlezîm, bi armanca hinek li hevkirin û hevdîtina hat Rojava.
Koma heyet El- Tesîq a di Serokatiya Hesen Ebdûlezîm, bi armanca hinek li hevkirin û hevdîtina hat Rojava.
Koma heyet El- Tesîq a di Serokatiya Hesen Ebdûlezîm, bi armanca hinek li hevkirin û hevdîtinan hat Rojava.
Heyet ji aliyê Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Helîma Fatimê û hin rêveberên saziyên malbatên şehîdan ên kantonê hat pêşwazîkirin.
Heyet dema ku gihişt goristanê Koordînetorê Giştî yê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulezîm qefteyên gulan danî ser gorên şehîdan û li wir axaftinek kir. Ebdûlezîm ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û bal kişand ku tevahiya gelê Sûriyeyê deyndarên xwîna van şehîdan in û anî ziman ku van şehîdan ji bo axa welat ji çeteyan biparêzin canê xwe feda kirine.
Ebdulezîm di hizûra şehîdan de jî ev tişt got: “Ey şehîdên nemir! Hûn ji bo welatekî hevbeş û hevpar û ji bo parastina hemû pêkhateyên vî welatî şehîd bûne. Di şerê li dijî teror, dagirker, zordar û kujeran de we xwe feda kir. Ji bo ku xelkên Sûriyeyê di welatê xwe bi aramî û ewlehî bijîn û ji bo ku Sûriye ji hemû Sûriyeyiyan re bimîne we xwîna xwe daye.”
Hesen Ebdulezîm li pêşiya malbatên şehîdan wiha got: “Wek Desteya Niştîmanî ya Hêzên Veguherîna Demokratîk em hatine cem hevkarên xwe. Em bi tecrûbeya wan ên ku dengvedan gihiştiye tevahiya cîhanê serfiraz û serbilind in. Ev tecrûbe bûye nimûneyek ku tevahiya cîhanê wek çareseriya aloziya Sûriye û herêmê dibîne.”
Ji aliyê xwe ve Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo bixêrhatina endamên heyetê kir û ji wan re got: “Hûn beşeke bingehîn ê muxalefeta rasteqîne ya ji bo çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê kar kiriye ne. We di hundirê Sûriyeyê de têkoşîna xwe da meşandin. Me li herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek ji xort û keçên xwe şehîd dan azadiya vî welatî. Projeya me jî ew e ku em dawiyê li dagirkerî û terorê li tevahiya xaka Sûriyeyê bînin, wekhevî û dadweriya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk bînin û mafên wan bêyî ku ti alî were paşguhkirin misoger bikin.
Piştre heyetê berê xwe dan Navenda Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê û ji aliyê Serokê Desteyê Ebdulkerîm Umer û Cîgira wî Emîna Osê ve hat pêşwazîkirin.
Di navbera her du aliyan de hevdîtina ji çapemeniyê re girtî destpê kir. Tê payîn ku heyet piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Li gorî bernameya heyetê wê sibehê serdana Navendên Rêveberiya Xweseriya Demrokatîk ên li bajarê Amûdê û Navenda Hevserokatiya Kantona li bajarokê Rimêlan bikin.
EVDULEZÎM: DEST JI XWERÊVEBERIYA DEMOKRATÎK TI CAR BERNEDIN
Koordînatorê Giştî yê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulezîm ku serkêşiya heyeta ku hatiye Rojava dike derbarê serdana xwe de ji ANHA’yê re axivî.
Ebdulezîm got ku ew ji bo danûstandinê bi hevalbendên xwe yên PYD’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên wê re bikin. Ebdulezîm got: “Em ji bo tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Rojava bijîn hatine. Me bi çavên xwe dît ku herêmên Rojava herêmê herî aramî lê heye. Vir ji peytexta Sûriye Şamê jî bi ewletir e. Ev yek bi saya têgihiştina mezin a Rêveberiya Xweser û partiyên wê ye.”
Ebdulezîm pirsa “Di navbera Kongreya Riyadê û Kongreya Sûriyeya Demokratîk de çi ferq û cudahî heye’ wiha bersivand: “Em beşdarî Kongreya Riyadê bûn. Me hin guhertin li ser encamnameya wê çêkir û Komîteya Danûstandinan jî ava kir. Em bi israr bûn ku hevalbendên xwe yên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk bixin Desteya Bilind a Danûstandinan ku wê meha li pêş me li Cenevreyê bicive.”
Hesen Ebdulezîm anî ziman ku ew Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokatîk ku şerê li jî terorê dikin di van danûstandinan de paşguh nakin û got ku roleke wan a girîng di rizgarkirina xaka Sûriyeyê de heye.
Ebdulezîm got: “Em ê destê van hevkarên xwe bigrin. Me qebûl nekir ku bêyî beşdariya Partiya Yekîtiya Demrokatîk (PYD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demrokatîk tevlî Desteya Bilind a Danûstandinan bibin.”