Kontra li Şaxê ji bo AKP’ê derketin nêçîra dengan

Niştecih û cerdevanên li Taxa Êzdînan a girêdayî Şaxê dimînin diyar kirin ku komeke sivîl a hatiye Qereqola Jendermeyan a Êzdînan bang li wan kirine, ji wan re gotine ku eger ji derveyî AKP’ê ji ti partiyeke din re deng derkevin wê bên kuştin.

Niştecih û cerdevanên li Taxa Êzdînan a girêdayî Şaxê dimînin diyar kirin ku komeke sivîl a hatiye Qereqola Jendermeyan a Konalga bang li wan kirine, ji wan re gotine ku eger ji derveyî AKP’ê ji ti partiyeke din re deng derkevin wê bên kuştin.

Li gor agahiyên hatin wergirtiin, hefteya bihurî komeke sivîl a hatiye Qereqola Jendermeyan a Êzdînan bang li niştecihên gund kirine ku werin qereqolê û ew hişyar kirine ku divê ji derveyî AKP’ê deng ji partiyeke din re dernekeve. Li ser îtîraza gundiyan, hêzên kontra gundî bi mirinê tehdîd kirine, ji cerdevanan re jî gotine ya dibêjin eger neyê kirin wê çekên wan ji wan bigirin.

Cerdevanan ku ji ber ewlekariya canê xwe nexwestin navê xwe bidin gotin ku ji kesên bi kincên sivîl û bi rih re gotine ku ‘belkî dengên xwe bidin MHP’ê’ lê wan kesan ji wan re gotine, ‘Na ji derveyî AKP’ê hûn deng nadin ti partiyan. Şansekî we yê wiha nîne. Hûn ê biçin ser sindoqan û deng bidin AKP’ê. Em ê li encamên sindoqan yek bi yek binêrin. Li gor wê em ê nêzî we bibin. Eger a em dibêjin pêk neyê hûn ê bimirin. Em ê çekên cerdevanan jî ji wan bigirin.’

Hêzên kontra cerdevanên gund roja wê bi hezar TL, cerdevan birin herêma operasyonê. Piştî bi zorê nobet bi wan dan girtin vegeriyan qereqolê.

Gundiyên nerazîbûn nîşanî rewşê dan jî, gotin ku wê serî li hember zextan netewînin û kîjan partiyê dixwazin wê deng bidin wê partiyê. 

...