Kongreya Sûriyeya Demokratîk: Em çareseriya siyasî ferz dikin
Beşdarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk ên li çareseriya çavkaniyên pirsgirêkên Sûriyeyê digerin, diyar kirin ku bi vê Kongreyê ve çareseriya demokratîk a tevahî gelên Sûriyeyê digire nav xwe li ser giştî derdoran ferz dikin.
ANF
DERİK
sêşem, 8 berfanbarê 2015, 18:47
Beşdarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk ên li çareseriya çavkaniyên pirsgirêkên Sûriyeyê digerin, diyar kirin ku bi vê Kongreyê ve çareseriya demokratîk a tevahî gelên Sûriyeyê digire nav xwe li ser giştî derdoran ferz dikin.
Di rûniştina duyemîn a piştî xwarinê ya Kongreyê de Endamê Koma Partiyên Siyasî ya Desteya Şêwirmendiya Siyasî Mûstefa Meşayîx girîngiya zêdekirina têkîlî û diyalogê destnîşan kir, got li şûna rêbazên çareseriyên leşkerî yên hêzên navneteweyî dispêrin pêwîst e çareseriyên siyasî yên aşti û diyalogê esas bên girtin û li dijî her cure terorê têkoşîn bê meşandin.
Meşayîx banga biryargirtina amadekirina destûrek binghîn/hevpeymanek civakî ya ku di serî de jin, mafê tevahî gelan û beşen civakî, azadî û demokrasiyê garantî dike kir.
Endamê Komîteya Diyalogê ya Kongreya Kahîre Salîh El-Lebwanî jî li ser navê Tevgera Pêla Genim (Teyar El-Qemih) axavî, got: “Her em li hemberî rejîma dîktatoriya Sûriyeyê bisekinin wê israra me ya di demokrasiyê de zeîf nebe. Em ê bi tevahî hêza xwe ji bo Sûriyeyek demokratîk û sivîl a ku mafên tevahî gel û beşên civakî garantî dike têbikoşin.”
El- Lebwanî bal kişand ser bicihanîna pîvanên esasî yên wezîfeyên pêvajoyê û wiha got: “Me bi mudaxeleyên derve û xelekên îdeolojîk ve destpê nekir. Em li ser esasê daxwazên gel ên rewa derket rê.”
Rêvebera Yekîtiya Star Gulistan Osman got ku wê kongre ji bo gelên Sûriyeyê bibe hêviya rizgarkirinê. Wiha diyar kir, “ Di avakirina Modernîteya Demokratîk de jinan rolek mezin lîst. Di şoreşa Rojava de li hember terorê di rêza pêşengtiyê de berxwedan meşand.” Got, dixwazim min ev têkoşîn wê ji bo pêşeroja demokratîk a hemû gelên Sûriyeyê bi encam bibe.
Endama Civata Hevpeymana Gelan û Rûmetê Nibras Delulî wiha diyar kir: “Kongreya me, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nav xaka Sûriyeyê de bê çareserkirin hê biwate ye. Me kongreya xwe ji hemû berjewendiyên hêzên Navneteweyî û herêmî, ji hemû destwerdanan dûr pêk anîye.”
Tevgera Lihevhatina Demokratîk a Navneteweyî ya Sûriyeyê Elaeddîn Xalid wiha axivî: “Kongereya gelên Suriye ya ku em pêktînin, çareserkirina pirsgirêka krîza Sûriyeyê bi rêyên siyasî û demokratîk baweriya çareserkirinê dide mirovan. Ji ber ku îro ji hemû nûnerên rengên Sûriyeyê beşdarî vê kongreyê bûne û rêya çareseriyê daxivin.”
Ji ber pirsgirêkên cuda yên ku beşdar nebûne, lê nûnerên wan li kongreyê amadebûn, Serokê Tevgera Pêla Genim Heysem Mennaî û Koordînasyona Netewî ya Hêzên Veguherîna Demokratîk a Sûriye, Rêveberên (Heyet El-Tensiq) Şêx Riyad Derar, bi peyamên xwe yên ji bo avakirina Kongreya Sûriyeya Azad û Demokratîk silav kirin. Di peyama Derar û Mennaî de ji ber ku beşdarî kongreyê nebûn lêborîn xwestin.