Kongreya Lûtkeya Cîhana Nû bi dawî bû

Çalakiyên roja 2’yemîn a Kongreya Lûtkeya Cîhana Nû ya bi dirûşma “ Demokrasiya bê dewlet” ku li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Çalakiyên roja 2’yemîn a Kongreya Lûtkeya Cîhana Nû ya bi dirûşma “ Demokrasiya bê dewlet” ku li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin, bi dawî bû. Kesên ku beşdarî kongreyê bûn berê xwe berê xwe dan projeya avakirina parlamentoyeke gelêrî ku Rêxistina Cîhana Nû li bajarê Dêrikê çavdêriya wê dike û tê payîn ku daxuyaniya dawîkirina kongreyê li wir were dayîn.

Duh saetên sibehê çalakiyên Kongreya Lûtkeya Cîhana Nû ku Rêxistina Cîhana Nû ya Hollandî bi hevkariya Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrî organîze dikin, bi beşdariya  27  akademîsyen, rojnamevan, hunermend, rewşenbîr ên ji welatên Amerîka, Hollanda, Swêd, Skotlenda, Belçîka û hin welatên din, nûnerên Amazîx, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dehan endamên saziyên civaka sivîl, li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê destpê kir.

 

Îro jî çalakiyên roja 2’yemîn ên kongreyê bi axaftinên Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Dîcle Hemo û Hisên Adem hatin destpêkirin. Her wiha di kongreyê de semînera bi navê Komînalîzmê ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û endama Parlamentoya Katalonyayê Rehearsals Aabanz hate dayîn. Semînera bi navê ekolojiyê jî ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Şûnwar û Ekolojiyê Ziyad Rustem û  Endama Meclîsa Însiyatîfa Jinan a bajarê Malomo ya Swêdî Katrîn Mandêz ve hatin dayîn.

Beşdaran semîner guhdar kirin û pirsên xwe ji komîsyonan kirin. Bersivên beşdaran jî ji aliyê komîsyonên ku semîner didan ve hatin dayîn.

Piştî dawîbûna semîneran gelek axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û semînerên ku di kongreyê de hatin dayîn, ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Kongre bi dirûşma, “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Beşdarên kongreyê berê xwe dan cihê projeya avakirina parlamentoya gelêrî ya ji aliyê Rêxistina Cîhana Nû ve tê rêveberin û tê payîn ku wê li wê derê daxuyaniya bidawîkirina kongreyê bê dayîn.