Kongreya Diyarbekirsporê dîsan hate taloqkirin

Kongreya Diyarbekirsporê dîsan hate taloqkirin

Diyarbekirspor ku ji lîgê ketibû û di 3’mîn Koma Spor Totoyê de tekoşîn dida, bi hinceta ku dîwan hêjan nehatiye duristkirin cara duwem kongreya Diyarbekirsporê hate taloqkirin.

Lijneya Giştî ya Awarte ku li Salona Konferansê ya Yeketiya Odeyên Karsaz û Esnafê Amedê kombûn, rêveberên kulîbê jî tevlîbûn, lê belê dîwana ku hilbijartinê bike nehate pêkanîn.

Hefteya borî jî kongre li heman cih hatibû kirin, lê belê ji 197 delegeyan tenê 10 tevlî bibûn, ji ber ku piranî tevlî nebibûn taloqî îro hatibû kirin.