Yekemîn Konfransa Şaredariyên Bakurê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê, bi amadebûna 400 delegeyan destpê kir.
Di bin dirûşmeya 'Şaredariyên Demokratîk, bingeha pêşxistina federasyona Bakurê Sûriyeyê ne', li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlan, bi beşdariya 400 delegeyên ji hemû şaredariyên kantonên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakurê Sûriyeyê û gelek mêvanan, destpê kir.
Salona ku konfrans lê tê lidarxistin, bi wêneyên têkoşeran hatiye xemilandin. Her wiha pankartên ku li ser hatiye nivîsandin 'Avakirina şaredariyên azad, rêya ber bi neteweyaa demokratîk ve ye', 'Vejînkirina şaredariyan bi ruhê jinê, misogeriya şoreşa Rojava ye', 'Em xemgîn nabin, lê belê em ê têkoşîna xwe xurt bilind bikin' hatin daliqandin.
Di konfransê de Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan û Cîgirê wî Hisên Ezzam, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriyê, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên, Endama Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed, Hevseroka Desteya Maliyê Remziye Mihemed, Hevseroka Desteya Hindir Şêrîn Adem, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Hevseroka Desteya Şûnwaran û Parastina Hawirdorê Bêrîvan Yûsiv, Hevserkê Desteya Karê Derve Ebdilkerîm Omer, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, Hevserokên Desteya Enerjiyê Silêman Xelef û Ahîn Siwêd û nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Weqfa Jina Azad, Komeleya Çanda Sûryanî û Yekîtiya Jinên Suryanî, amade ne.
Konfrans bi rêzgirtinê destpêkir û piştî diyarkirina dîwanê bi axaftinan dewam dike.
Li gorî komîteya amadekar konfrans wê 2 rojan dewam bike. Di konfransê de wê ji aliyê beşdaran ve axaftin bên kirin, raporên kar û xebatê yên şaredariyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê werin xwendin û nirxandin her wiha plansaziya kar û xebatên şaredariyan ên dema pêş were derxistin.