Konferansa Aştiyê ya li Dêrsimê hat lidarxistin bi dawî bû

Hevseroka Rêxistina DBP’ê Emîne Ayna di Konferansa Aştiyê ya li Dêrsimê axivî û got li hember kesên dixwazin bi rêya şîdetê li ser wan serweriyê ava bikin, rêya berxwedanê tenê ji wan re dimîne.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê Emîne Ayna di Konferansa Aştiyê ya li Dêrsimê axivî û got li hember kesên dixwazin bi rêya şîdetê li ser wan serweriyê ava bikin, rêya berxwedanê tenê ji wan re dimîne.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê Emîne Ayna di axaftina xwe de diyar kir ku yên şer derdixin dewlet in û dewlet ji bo qada serweriya xwe mezintir bike, ji bo zêdetir serweriyê ava bike vê pêk tîne. Ayna wiha axivî: “Bi zîhniyeteke wiha aştî an jî çareserî pêk nayê.” Emîne Ayna di Konferansa Aştiyê ya li Dêrsimê got li hember kesên dixwazin bi rêya şîdetê li ser wan serweriyê ava bikin, rêya berxwedanê tenê ji wan re dimîne.

Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan û Alîcan Unlu û Hewldana Ciwanan a Ji bo Aştiyek Civakî tevlî 2. Konferansa Aştiyê ya Dêrsimê bûn. Nûnerên Navenda Lêkolînên Dêrsimê Nesîmî Aday, Huseyîn Ayrilmaz û Şaîr Fadil Ozturk, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Şaredarê Hozatê Celaleddîn Polat, saziyên civaka sivîl û endamên partiyên siyasî tevlî konferansa ku li Salona Konferansê ya Odeya Tîcaret û Sanayî bûn. Piştî axaftinan konferans bi dawî bû.