Konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê Yener hat ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê li Taxa Dîna yê ji bo şervanê YPG’ê Yaserî Yener (Bawer Bozova) yê li Hesekê jiyana xwe ji dest da hat vedan, ji aliyê gel û siyasetmendarên Kurd ên ji Rihayê ve hatin ziyaretkirin.
ANF
RIHA
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 17:15
Konê sersaxiyê yê li Taxa Dîna yê ji bo şervanê YPG’ê Yaserî Yener (Bawer Bozova) yê li Hesekê jiyana xwe ji dest da hat vedan, ji aliyê gel û siyasetmendarên Kurd ên ji Rihayê ve hatin ziyaretkirin. Li vir Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstefa Bayram axivî û diyar kir ku gelê Kurd wê dîsa êrîşên qetlîaman ên li hember gelê Kurd kirin, bide rawestandin.
Ziyareta konê sersaxiya ji bo şervanê YPG’ê Hasarî Yener (Bawer Bozova) ê li Taxa Dîna ya navçeya Bozova ya girêdayî Rihayê yê ku 2’ê Sibatê li gundê Mêlbeyê yê Hesekê yê girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava di encama mayînê de jiyana xwe ji dest da, didome. Cenazeyê Yener tevî hemû hewldanên malbatê jî ji aliyê dewleta Tirk û AKP’ê ve rê nehat dayîn ku bê girtin, li ser vê cenaze li Kobanê bi merasîmek lekerî hat defnkirin. Piştre malbatê li malê konê ziyaretê danî û sersaxî qebûl kir. Konê sersaxiyê îro ji aliyê gel û siyasetmedarên ji Xelfetî, Bozova, Sêwerek û Hilwanê ve hatin ziyaretkirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstefa Bayram û Hevşaredarê Bozova Zeynel Taş jî kon ziyaret kir, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwestin. Li vir Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstefa Bayram axivî û diyar kir ku Yener şehîdê tevahî gelê Kurd e, Yener ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe da. Bayram anî ziman ku li hember nirxên tevahî şehîdan çi bikin jî pir kêm e, ji bo bibin layiqî keda wan divê têkoşîn û xebatê bimeşînin.
‘JI QETLÎAMÊN LI KURDISTANÊ RE BIBÊJIN RAWESTE’
Bayram bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên di pêşengiya AKP’ê de bi destê dewleta Tirk tê meşandin, got ev êrîşana ne ol ne jî wijdan qebûl dike. Bayram got yekane rêya rawestandina qetlîaman dengekî topyekun e, destnîşan kir ku êrîşên li ser gelê Kurd tenê ji aliyê gelê Kurd dikare bê astengkirin. Bayram wiha axivî: “Roj roja li hember zilm û neheqiyê serî rakirinê ye. Em ê heta kengî li hember qetilkirina gelê xwe yê li Kurdistanê ker, lal û kor bimînin. Li hember vê zilm û wehşeta li ser gelê Kurd tenê gelê Kurd dikare bê raweste. Ji bo hê derengtir nekeve, xwîna diherike bisekine li dijî qetlîamên li ser gelê Kurd deng bidin.”
‘EM JÎ AMADENE KU DI VÊ RÊYÊ DE ŞEHÎD BIKEVIN’
Piştre birayê şervanê YPG’ê Yener, Ramazan Yener axivî, got birayê wî Yener şehîdê Kurdistan û gelê Kurd e. Yener wiha dewam kir: “Bila serê Rêber Apo sax be. Serê gelê Kurd sax be. Me wek malbat ji bo em karibin cenazeyê birayê min bînin, ji bo li ser axa jidayikbûye defn bikin serî li her rêyê da. Lê, AKP û dewleta Tirk destûr nedan em bînin. Dayik û bav pir xwestin. Em zarokê wan li gund defn bikin. Ji bo kengî xwestin karibin biçin ser gorê û dua bikin. Lê, destûr nedan. Bi wî re serê me bilind e, eniya me vekirî ye. Em dixwazin ku gelê Kurd li şehîd û têkoşîna xwe xwedî derkeve. Ji qetlîama li Kurdistanê re bibêjin raweste. Kî çi ji destan tê divê bike. Birayê min ji bo gelê Kurd şehîd ket. Em jî amadene ku di vê rêyê de şehîd bikevin.”