Komkujiya li Kurdistanê bi karîkaturan vedibêje

Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan ku li gelek bajarên xwerêveberiyê yên Kurdistanê rojnamevanî kiriye û şahidî ji gelek bajarên derketina derve lê hatine qedexekirin kiriye, bajarên bi tankan hatin wêrankiin bi karîkaturan vegot.

Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan ku li gelek bajarên xwerêveberiyê yên Kurdistanê rojnamevanî kiriye û şahidî ji gelek bajarên derketina derve lê hatine qedexekirin kiriye, bajarên bi tankan hatin wêrankiin bi karîkaturan vegot.

Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan, qetilkirina sivîlan li bajarên ev 2 meh in derketina derve lê qedexe ye, bi karîkaturan vegot. Dogan li nûçeyên xwe yên li ser komkujiyên li Kurdistanê karîkatur jî zêde kir û wêneyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê li naverastê hatin qetilirin, jina li Nisêbînê tevî pitika xwe ya hînê ji dayik nebûye hat qetilkirin, çêkir.

Dogan anî ziman, ku ew ê karîkaturên xwe yên li ser bajarên bi tankan hatine xerakirin û sivîlên hatine qetilkirin, bidomîne û vî karê xwe di pirtûkekê de berhev bike.

Dogan got, "Komkujiya rojane li pêş çavên me tê kirin, ji xwe em bi nûçeyan ji raya giştî re radigihînin. Lê belê min xwest berxwedan û trajediyê bi karîkaturan mayînde bikim. Dixwazim van karîkaturan bikim pirtûk. Gelek bûyerên qewimîn, bi romanê jî nikare werin vegotin. Li wan mirovên bi rojane li jêrzemîna avahiyekê asê man e û ji aliyê tankan ve tên bombekirin.. Li wan bedenên di şewatê de şewitîn bifikrin... Li wî dîmenê pitika hînê di zikê dayika xwe de bû, tevî dayika xwe hat qetilkirin."

...