BI DÎMEN

Komkujiya li Cizîrê ji aliyê bi hezaran kesî ve li Êlihê hat şermezarkirin

Li Êihê bi hezaran kesî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" komkujiya li Cizîrê şermezar kirin.

Bi hezaran kes li Êlihê daketin qadan û înfazkirina birîndarên li Cizîrê, şermerzar kirin. Girseya gel a li ber Sînemaya Yilmaz Guney li hev civiya, dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" û "Tolhildan, tolhildan" qîriya. Li ser navê girseya gel ku Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî di nav de bû, Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Abdulbarî Karaagaç daxuyanî da.

Karaagaç bal kişand ser înfazkirina zêdeyî 60 sivîlên li Cizîrê û got, "Ev komkujî, gelên Tirkiyeyê ji hev qut dike. Em çiqasî di yekîtî û hevgirtina gelan de israr dikin, faşîzm ewqasî li ser me komkujiyan ferz dike û dixwaze me parçe bike."

Karaagaç got, "Divê vê yekê baş zanibin; mirov ji bo jiyana xwe bidomînin, wê li ber xwe bidin" û hişyarî da ku eger bêdengî li pêşberî komkujiya li Cizîrê were nîşandan, sibe heman komkujî dikare li bajarên rojava rû bide. Karaagaç bang li gelên li Tirkiyeyê kir ku li dijî komkujiyên li Cizîr, Silopiya û Sûrê derkevin.

Piştî axaftinan, girseya gel ber bi taxan ve bi qîrîna dirûşmeyan meşiya.

...