Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ve şervanên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îxanetê di dilê gelê Kurd de birînên kûr vekirine.

Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê bi daxuyaniya nivîskî bal kişand ku di dîroka Kurdistanê de her tim xeta îxanet û berxwedanê hebû, destnîşan kir ku ev di dilê gelê Kurd de birînên mezin vekirine.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li ser gorên endamên têkoşîna azadiyê û gerîlayan êrîş hene, got: “Dijminên gelê Kurd li hember gorên şehîdên me jî bêtehamul in.”

‘EM TÊKOŞÎNÊ HÊ MEZINTIR BIKIN’

Di daxuyaniyê de şervanên azadiyê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn, hate diyarkirin ku soza girêdanê tenê bi mezinkirina têkoşînê wê bi wate bibe, wiha dewam kir: “Em wek Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê, di şexsê van şoreşgeran de tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin, careke din ji tevahî malbatên şehîdên Başûr re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê domdarê têkoşîna wan bin. Bersiva herî baş a ji bo şehîdan, şopdarbûna armanca wan e û domandina têkoşîna wan e.”