Komîteya Amadekar a Amedê: Em ê di Newrozê de pêşerojê diyar bikin, divê her kes tevlî bibe
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji bo Newroza 21’ê Adarê li Amedê banga tevlîbûnek xurt kir. Komîteyê diyar kir ku wê di Newrozê de pêşerojê diyar bikin, xwedî li berxwedanê derkevin.
ANF
AMED
şemî, 19 adarê 2016, 12:34
Piştî Komîteya Amadekar a Newroza Amedê xebatên Newroza 21’ê Adarê kontrol kirin, daxuyanî dan.
Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Hafîze Îpek got 21’ê Adarê saet 09.00-16.00’an wê bi daxwazên gel bi awayekî coş dest bi Newrozê bikin.
Îpek bi bîr xist ku Newroz di encama berxwedanê de hatiye bidestxistin, got: “Ji bo Newroza ji Kawayên Hesinkar heta Kawayên hemdem xwedî dîrokek berxwedanê ye, em li benda tevahî gelê xwe ne.”
‘JI BO BI SEDAN BERXWEDÊRÊN JIYANA XWE JI DEST DANE..’
Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek got, “Li dijî zilma Dehaqan, îro li her qadê Kawa li ber xwe didin” û wiha dom kir: “Ev berxwedana li Kurdistanê li dijî zilmê dimeşe wateya Newrozê ye. Newroz wateya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û bi sedan berxwedêrên wek wî ne. Her kesên ku werin vê qadê wê bi vê wate û berxwedanê werin.” Şîmşek got bi peyamên Newrozê ve wê pêşeroj bê diyarkirin û polîtîkayên şer vala bên derxistin, got: “Newroz bingehê serketinê ye.”
‘GELÊ ME TI CARÎ LI HEMBER TI HÊZÎ SERÎ NETEWANDIYE, WÊ NETEWÎNE’
Hevserokê HDP’a Amedê Omer Onen jî got wê bi ruhê peyama Newroza 2013’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandiye tevlî Newroza 2016’an bibin.
Onen anî ziman ku ev Newroza destpêka jiyanek nû ye, diyar kir ku ti zîhniyet nikare cejna berxwedana gel qedexe bike. Onen wiha dewam kir: “Gelê me li her qadê wê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bike. Mîlyon wê biherikin qadê û xwedî li berxwedanê derkevin. Gelê me ti carî serî li hember ti hêz, tirsê netewandiye, wê netewînin jî; mîlyonên biherikin qadê jî wê vê nîşan bide.”
‘EM Ê BERXWEDANÊ QÎR BIKIN’
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî berxwedan û girîngiya dîrokî ya Newrozê bi bîr xist, got wê îsal li qadan berxwedana Cizîr, Silopiya û Sûrê qîr bikin.