Koma Tevgera Goran wê vegere Hewlêr
Desteya Navendî ya Tevgera Goran a li Silêmaniyê kom bû, wê vegere Hewlêr û tevlî komîsyonên li parlamentoyê bibe.

Desteya Navendî ya Tevgera Goran, îro li Silêmaniyê kom bû nîqaşên dawî yên ji bo çûna Hewlêr pêk tîne. Koma parlamenterên Goran ên hefteya bihurî asayîşa PDK’ê destûr nedabû derbasî Hewlêr bibin, biryar girt ku yan îro yan jî sibe biçe Hewlêr û biçe ser wezîfeya xwe ya li parlamentoyê.
Zulfa Abdulqadir Serokê Komîsyona Tenduristiyê ya Tevgera Goran û endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê beriya civîna Desteya Navendî daxuyaniyek da, diyar kir ku wê di civînê de nirxandina dawî ya giştî bikin.
'EM Ê DI CIVÎNÊN KOMÎSYONAN DE AMADE BIN'
Abdulqadir wiha axivî: "Îro yan jî sibe em ê vegerin Hewlêr Jixwe beşek ji parlamenterên me Hewlêrî ne. Li gel vê sibe hevdîtinên komîsyonan hene, em ê di van civînan de amade bin.”