Koma Aştiyê li Amedeyê

Koma Aştiyê ku ji zêdeyî 100 kesan pêk tê, di 29'emîn roja dorpêçkirina Sûrê de hatin Amedê û li qada Şêx Seîd daxuyanî dan

Koma Aştiyê ku ji zêdeyî 100 kesan pêk tê, di 29'emîn roja dorpêçkirina Sûrê de hatin Amedê û li qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Li ser navê komê Lale Mansur, axivî û diyar kir ku yê esil ne mirin, jiyan e, êdî bes e. Mansur, xwest zerokên xwe nekin qurban û wiha got: "Em biratiya hezar salan nekin qurban. Sibê dê pir dereng be, hûn dizanin? Rojnameger û nivîskar Oya Baydar jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Bêyî ku hêj zêdetir mirov bên kuştin û cenazeyên 7 rojin li kolanan tên rawestandin zêde rebin, li masê rûnên."

Koma Aştiyê ku di navde rewşenbir, nivîskar, hunermend û hiquqnas jî hene zêdeyî 100 kesan, bi boneya geşedanên li Amedê û herêmê bişopînin hatin Amedê. Koma Aştiyê ku hatin Amedê li Parka Sumerê civîna çapemeniyê pêk anî. Piştî civîna çapemeniyê derbasî Qada Şêx Seid bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Kom di bin dorpêça polîsan de çûn qadê û li vir daxuyanî dan. Gelek maşîneyên zirxî û maşîneyên tîmên taybet ên Ford Renger li ser kolanê rawestiyan. Koma ku piştgirî da Koma Aştiyê bê navber siloganên "Bijî berxwedana Surê" berzkirin û pankartên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Ya esil jiyan e, bila çek rawestin, bila zilm raweste em aştiyê biaxivin" vekirin. Komê bê navber lîlandin û siloganên "Me diber xwe da em dê bi ser bikevin" berz kirin.Kom piştî hat qada Şêx Seîd bi kurdî û tirkî daxuyanî dan. Li ser navê komê bi kurdî Hunermend Rojda û bi tirkî lîstikvan Lale Mansur daxuyanî xwend

'ÊDÎ BES E!'

Lîstikvan Lale Mansur bang li kesên biryara şer stendine kir û wiha got: "Li ser xwîn, mirin û hilweşandinê îxtîdar nayê avakirin. Ji bo em dengê wîjdanê hevpar ragihînin em hatin Amedê. Bila çek bêdeng bibin. Bila kuştin û mirin bi dawî bibe. Bila bi lezgîn li ser masê rûnên. Bila bi awayekî demokratîk rûnên û çareser bikin. Ya esil ne kuştin jiyan e. Azadiya mirovan kêfxweşiya mirovan e. Êdî Bes e! Em zarokên xwe nekin qurban. Em biratiya xwe ya hezar salan nekin qurban. Sibê dê pir dereng be, hûn dizanin?"

'DI ŞER DE QÎMETA GOTINÊ TUNE'

Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar jî xwest bi lezgîn şer bi dawî bibe û wiha got: "Dema şer hebe wate û qîmetê gotinê tune. Ji bo qîmeta gotinê hebe divê çek rawestin. Em rêya aştiyê vekin. Ji bo hezar bên vir êdî emê têbikoşin."

'HÊJ KUŞTÎ ZÊDE NEBÛNE LI MASÊ RÛNÊN'

Nivîskar Baskin Oran jî anî ziman ku kurdên li bajaran di bin topan de ne bi tenê ne û wiha got: "Em hatin bêjin em kesên li Rojavayên Tirkiyeyê bi were ne. Hûn ne bi tenê ne. Qîmeta kuştinê tune. Li hemû cîhanê şer çêbû. Di encamê de mirov li hev rûniştin û bi riya diyalogê pirsgirêk çareser kirin Li ser masê pirsgirêk çareser kirin. Gelek mirov hatin kuştin. 7 rojin cenazeyên wan li kolanan in. Ji bo cenazeyên li kolanan zêde nebin li masê rûnên."

Piştî daxuyaniyê kom derbasî Walîtiya Amedê bûn. Komek jî çûn kolana Gazî ya piştî 29 rojan qedexe lê bi dawî bû, bi welatî û esnafan re hevdîtin kirin. Komê piştre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê ziyaret kir.