KNK'ê sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kir

KNK'ê sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, li tevahiya gelê Kurd û gelên li herêmê pîroz kir û bang li hêzên navneteweyî kir, ku ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê, demildest vê sîstemê nas bikin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya duh ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve hat ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi tevahiya germahiya xwe, gelên li herêmê hembêz dike û hat gotin, "Gelê Kurd, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd, careke din mohra daniye binê pêngaveke nû ya demokratîk a dîrokî. Ev pengava dîrokî, ji bo bingeha aheng û wekheviya paşerojan hate avêtin.

Piştî civînê li navçeya Rimêlan, bi dengên tevahiya delegeyan, Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye hate erê kirin û ji raya giştî re hate deklerekirin. Bêguman ev gava dîrokî, bi berdêlên giranbuha û têkoşîna deh salan hate bidestxistin. Di qonaxa îro de, di demeke ku şerê sêyemîn ê cîhanê bi tevahiya dijwariya xwe dewam dike de, gelên li Rojava destnîşan kirin ku bi yekîtiyek demokratîk û xweparastina dikarin pirsgirêkên xwe teva çareser bikin."

'EV SÎSTEM WÊ BIBE MERTALÊ PARASTINA GELAN Û BAWERIYAN'

KNK'ê diyar kir, gelên li Rojavayê Kurdistanê bi îlankirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê re dane xuya kirin ku di dîrokê de mûcîze nînin, ked û xwehdana gelan heye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Em weke KNK'ê, vê gava dîrokî li gelên Rojavayê Kurdistanê, gelên çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Divê tevahiya gelê Kurd û tevahiya gelên li çar parçeyên Kurdistanê vê pengava dîrokî destek bikin. Destek kirina Sîstema Federal a Rojava, wê bibe bingeha paşerojên azad û wekheviyê, wê bibe misogeriya aştî û demokrasî. Ev sîstem wê bibe mertalê parastina gelan û civakên xwedî baweriyên cuda. Êdî sîstem wê zihniyeta yekparêzî û diktatorên ku olê û mezheban bikar tînin, nakokiya navbera gelan û civakan kûr dikin berteref bike. Wê bibe bingeha aştî û demokrasiya rasteqîn.

BANGA NASKIRINA SÎSTEMA FEDERALIYA DEMOKRATÎK LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN

Şoreş hêza gel e, îrade û enerjiya civakî ye. Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê jî encama vê îradeyê û enerjiya civakî ye. Lewra Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di qonaxek serketî de ye û ji bo gelên herêmê teva bûye hêvî. Divê ev hêvî gur û geş bibe.

Divê were zanîn ku ev sîstem wê bibe bingeha çareseriya aloziya li Suriye. Pêwiste hêzên global vê rastiyê bîbînin û demildest Sîstema Federaliya Demokratîk ya Rojava-Bakurê Suriyeyê qebûl bikin. Tevahiya dewletan jî di parlamenên xwe de, li ser piyan bi çepikan pêşwazî bikin û desteka xwe îlan bikin.

Em weke KNKê bang li Neteweyên Yekbûyî, tevahiya hêzên global, di serî de bang li Amerîka û Yekîtiya Ewropa dikin ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê, nas bikin û destek bikin. Destek kirin û meşrûkirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê, wê bibe misogeriya parastina nirx û rûmeta mirovaniyê. Gelê Kurd, Kurdên Rojava ev rastî di şerê li dijî hov û dirrindeyên sedsalê de îspat kirin. Bûne parêzer û parêzvanên nirx û rûmeta mirovaniyê. Berdêlên giranbiha dan, lê serketin bidestxistin.

Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê jî encama vê serketinê ye.

Em careke din Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê, li gelê Kurd, li gelên Rojavaya Kurdistanê û tevahiya gelên li Kurdistanê û herêmê pîroz dikin û serketinê dixwazin."