Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku bi êrîşên berfireh ên hewayî yên li hemberî qadên gerîla re dewleta Tirk bi awayekî yekalî agirbest qedandiye û careke din li hemberî Kurdan şer îlan kiriye.
KNK'ê bibîr xist ku balafirên şer ên dewleta Tirk ji duh bi şev saet 22:55'an û pê ve, êrîşî Qendîl, Xakurkê, Behdînan, Zap, Garê, Heftanîn; Basya, Metîna û Avaşîn ên gerîlayên Kurd û gelê sivîl lê dijîn û got, "Bi fermana hikûmeta AKP'ê re balafirên şer ên artêşa Tirk dest bi bombekirina wargehên sivîlan kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li Xakurkê wargehên sivîlan hatine bombebarandin. Li gundê Enzê yê Qendîlê jî, balafirên şer ên Tirk zerareke mezin dane sivîlan. Tê gotin ku di vê êrîşê de windahiya mirovên sivîl heye."
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Hikûmeta AKP'ê bi vê êrîşa xwe ya hov re, xwestiye agirbesta yekalî ya ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi salane bi israr dide meşandin, biqedîne" û da zanîn ku tevî tecrîda şidandî ya li hemberî Ocalan û êrîşên provokatîf ên li hemberî HPG'ê, gerîlayan heta niha li gorî agirbestê tevgeriyane, lê belê bi êrîşa berfireh a hewayî ya 24'ê Tîrmehê re dewleta Tirk bi awayekî yekalî agirbest qedandiye û li hemberî Kurdan careke din şer îlan kiriye.
KNK'ê da xuyakirin ku ev bombebarana artêşa Tirk a li hemberî gerîlayên Kurd û sivîlan kir, li salvegera Peymana Lozanê ya 24'ê Tîrmeha 1923'an rast hat û destnîşan kir ku îro hikûmeta AKP'ê şerê li hemberî Kurdan ji aliyekî ve bi DAIŞ'ê ji aliyê din ve bi oeprasyonên leşkerî yên derveyî sînor û li hundir jî bi operasyonên qirkirinê dewam dike.
KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan re dixwaze PKK'ê qels bike û çeteyên DAIŞ'ê xurt bike.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
KNK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Weke KNK di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê xwe dikin ku li hemberî dewleta Tirk a êrîşî xaka me dike, bisekinin.
Ji bo AKP ji ber tifaqa xwe ya bi DAIŞ'ê re, ku hem li Pirsûsê hem li Kobanê û Rojava sûcê li dijî mirovahiyê dike bê darizandin, di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê."