Kişanak: Em bi serokwezîrekî jiserxweçûyî re rû bi rû ne

Kişanak: Em bi serokwezîrekî jiserxweçûyî re rû bi rû ne

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Pazarcixê xîtabî gel kir û bertek nîşanî daxuyaniyên hikumeta AKP'ê yên der barê cemxaneyan da û wiha got: "Serokwezîrê ku ji guhdarkirin, fêmkirin û rêzgirtina li hemberî elewiyan dur dikeve, ji elewiyan re dibêje; li cemxaneyan de îbadet nabe. Tu kî yî, ji hedê te ye ma tu biryarê dide ku dê îbadet li ku çêbibe. Tu xalîfe bî jî kes wê mafê nade te."

BDP'ê li Navçeya Pazarcixê avahiya partiyê vekir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak,Endamên Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz, Huseyîn Şarbûk, Kîbriye Evren, Zekî Koç, Mehmet Doymaz, Şaredarê Akdenîza Mêrsînê Fazil Turk, Şaredarê Bajaroka Bûlam Mehmet Çalgan, serok û rêvebirên BDP'ê yên Mêrsînê, Edene, Semsûr û Dîlokê, Serokê Giştî ya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul beşdarî vekirinê bûn. Piştî ku girse çûn serdana Komeleya Çanda Elewiyan û cemxaneyê, derbasî avahiya BDP'ê ya Pazarcixê bûn. Qûrdeleya avahiya BDP'ê ji aliyê dê û bavê Engîn Sîncer (Erdal) ku yek ji fermandarê HPG'ê ye û di 18'ê Tebaxê 2003'an de li Çiyayê Qendîlê di dema pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bi awayekî qezayî jiyana xwe ji dest dabû, Done û Bektaş Sîncer û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak ve hate jêkirin. Kişanak li vir axaftinek kin kir û girtina serok û rêvebirên berê ya BDP'a Pazarcixê ya bi navê KCK'ê şermezar kir.

Piştî merasîmê BDP'iyan çûn Gundê Topalan (Seyrantepe) a girêdayî Pazarcixê û gora Engîn Sîncer ziyaret kirin. Heyet kûlîlkan danîn ser gora Sîncer û ji bo bîranînê rêz girt. Gotina dê û bavê Sîncer a wekî "Rabe Engîn rêhevalên te hatine" bû sedema xemgîniyê.

'VEGERIN AXA XWE KURDISTAN'

Piştî serdana gora Sîncer, heyet çûn Salona Daweta Pazarcixê û beşdarî şahiya gel bûn. Şahiya ku bi hezaran kes beşdar bû de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn deqîqeyek rêz hate girtin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li vir axivî û diyar kir ku ew ji bo beşdarbûna hezaran ciwanan pir kêfxweş bûye û anî zimanku polîtîkayên girtin, binçavkirin û zextan ên li hemberî gelê kurd vala derketiye. Kişanak, wiha got: "Li Pazarcixê dîtina bi hezaran ciwan li ser axa xwe, welatê xwe me dilşad dike. Ji me re digotin li Pazarcixê ji bilî kal û pîran kes nemaye. Lê em îro dibînin ku bi hezaran ciwan li ser axa xwe welatê xwe ne. Ji ber ku we xwedî li Pazarcix û Kurdistanê derketine ez we hemûyan pîroz dikim. Em îro bi awayekî serbilind û bi rumet ber bi azadiyê ve dimeşin. Îro zêdetirî 8 hezar rêhevalên me, 8 hezar siyasetmedarên kurd li girtîgehan de ne. Di serî de Serokê Pazarcixê, Serokê Gûrgumê, Serokê Elbîstanê em ji hemû hevalên xwe re soz didin ku emê ji cihê we ne carek deh caran bixebitin. Ne carek sed qad li ber xwe bidin."

'RAVEKIRINA BAWERIYA ELEWITÎ NE HEDÊ TE YE'

Kişanak destnîşan kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan derbarî baweriya elewitiyê de fetwa dide û diyar kir ku ravekirina baweriya elewitiyê ne hedê serokwezîr e û wiha got: "Tayyîp Erdogan 10 sale tena serê xwe desthilatdariyê dagir kiriye. Hemû pirsgirêkên vî welatî mezin bûn. Li vî welatî desthilatdariyeke faşîst ku tovên wî ji aliyê faşîzma 12'ê Îlonê ve hatiye avêtin, bi ser gelê me de girt. Pêşîlêvekirineke sexte ya elewiyan kir. Qonaxa ku li pêşîlêvekirê de hatin, ravekirina baweriya elewiyan e. Serokwezîr Erdoganê ku ji guhdarkirin, fêmkirin û rêzgirtina li hemberî elewiyan dur dikeve, ji elewiyan re dibêje; li cemxaneyê îbadet nabe. Tu kî yî, ji hedê te ye ma tu biryarê dide ku dê îbadet li ku çêbibe an çênebe. Tu xalîfe bi jî kes wê mafê nade te."

'SEROKWEZÎR BÛYE DÎNÊ SERXWEÇÛYÎ!'

Kişanak anî ziman ku bîrdoziya AKP'ê ya ku li hemberî kurd û elewiyan hewldanên lînc, înkar, girtin û zextan daye destpêkirin, yekperestî û nîjadperestî ye û wiha axivî: " Serokwezîr bûye dînê serxweçûyî. Niha tenê zagonên ji bo kurdan çêkirine hene. Rojnameger, parêzer, sendîkavan, siyasetmedar, parlementer û şaredarên kurd di girtîgehê de ne. Navê vê yekê daraza nîjadperest û cûdaxwaz e. Berpirsyarê vê yekê jî Erdogan e. Ji ber ku ev feraset ji aliyê wî ve hate şînkirin. Dadgeha Bilind jî der barê baweriya elewiyan biryarek digire, dibêje 'cemxane nabe cihê îbadetê.' Niha li tu cihê zagonê tiştek wisa derbas nabe. Temam, em zagonên Tirkiyeyê naecibînin, em dibêjin yekperest e, nîjadperest e, otorîter e, lê li cihekê wan derbas nabe ku 'dê elewiyan îbadetên xwe li cemxaneyê ne, dê li mizgeftan bike.' Erdogan xwe wenda kiriye. Bûye dînê serxweçûyî. Em bi serokwezîrekî ku xwe di lîtava desthilatdariyê windakiriye rû bi rû ne."

'GELÊ KURD LI ROJHÝLATA NAVÎN BÛYE MÎNAK'

Kişanak, li Pazarcixê slav ji kurdên Rojava re şand û anî ziman ku Tirkiye û hin hêzên navneteweyî ji vê yekê aciz dibin. Kişanak, da zanîn ku li Sûrieyyê têkoşîna azadiyê heye û wiha got: "Li dijî rejîma otorîter daxwaza guhertinê heye. Lê Tirkiye û hêza navneteweyî li hemberî vê guhertinê derdikevin. Li hemberî lêgerîna gelan a azadiyê dibin asteng. Serokwezîr Erdogan bêyî şerm bike dibêje 'Em destûr nadin ku kurdên Sûriyeyê xwe bi rêve bibin'. Ku kiyî tu li hemberî bidestkeftiyên Kurdan dibe asteng. Serokwezîrê ku 10 salin ji bo çareseriyê gav neavêtiye dê ji niha û şûnde çawa pirsgirêkê çareser bike. Em li vir serkeftina kurdan slav dikin. Ev hêza birêxistinî dide xuyakirin. Em bawer dikin ku gelê kurd dê li rojhalat navîn bibe mînak. Dema Kişanak diaxivî bê navber axaftina wê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate qutkirin.

BULBUL: ÇAPEMENIYA AKP'Ê MIN DIKE HEDEF

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul jî êrîşa lîncê ya li dijî elewiyên Meletiyê şermezar kir û wiha got: "Ji ber ku min ev êrîş şermezar kir ez ji aliyê çapemeniya AKP'ê ve dibin hedef. Serokwezîr zimanî inkar û îmhayê bikar tîne. Wezîrê Karên Hundir ferman da dadgehan û xwest kujer serbest bên berdan. Got hûn dikarin elewiyan qetil bikin. Kaqilên ku rijma wan qetiya ye berdan ser me. Wê demê mafê elewiyan ê parastina rewa derketiye holê. Tu mafê me yê rewa hene. yek jê mafê me yê parastina rewa û ya din jî Zulfikara me ye. Ev axa em li ser dijîn rêgeha Baba-î Îshak e. Em dê li ser vê axê azad bijîn.

MALÊN ELEWIYAN NÎŞAN DIKIN

Bulbul, anî ziman ku her sunî suniyekî, her kurd ermeniyekî û her tirk kurdikî bikin birayê xwe dê vê polîtîkaya AKP'ê vala derxin û wiha berdewam kir: "Divê feraseta biratiyê pêş bikeve. Divê her nasname, baweriyek ji xwe re birayekî çêke û polîtîkayên înkar û îmhnayê vala derxin. Hêj duh li Balikkesirê deriyên malên elewî nîşan dikirin. Lê çapemeniyê qet ev nexist rojevê.

'PÎRÊ MIN KEMAL PIR E'

Bulbul, anî ziman ku elewî her tim li dijî zulmê ne û ew Kemal Pîr ji pîrê xwe qebûl dike û wiha dawî li axaftian xwe anî. "Pîrê min Pir Sultanin. Pîr Seyit Riza nin û Pîr Mazlum Dogan in. Kemal Pîr, Hayrî Durmuş pîrê min in. Li zindana Amedê bedena xwe ji bo me hilandin. Ji ber vê yekê îro dijberiya li hemberî AKP'ê têkoşînek bi rûmet e. Divê em li ziman, bawerî û nasnameşa xwe xwedî derkevin. Îbadeta herî mezin xwedîderketina nasnameyê ye.

Şahiyê bi Koma Arya ya Navenda Çandê ya Dîlokî berdewam kir. Herî dawî Ferhat Tunç derket ser dikê û stan got. Girsê bê navber slavên xwe ji kurdên sûriyê re got û bê navbe dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ji Îmrali re hezar slav" berz kir."