Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di daxuyaniya der barê balefirat Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin de pirsî bê çima balefira Tirk li qada hewayî ya Sûriyeyê bû û got; “Vê yekê nîşan da ku hikûmet nikare polîtîkaya xwe ya destwerdanê û alîgiriya operasyonê bidomîne.”
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got; “Ji bûyera duh qewimî diyar bû ka ev polîtîka çiqas xwedî rîsk û xeter e. Divê Tirkiye berê her tiştî xwe ji polîtîkayên alîgiriya operasyonên leşkerî û destwerdana leşkerî dûr bix. Bûyera duh qewimîn bûyerek xemgîn bû, diviyabû neqewimîbûya. Lê ev yek di jêpirsîna polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojhilata Navîn bûyereke girîng bû. Divê raya giştî ya vê polîtîkayê ji hikûmeta AKP’ê bipirse. Dê ev yek bibe belaya serê me û ev yek jî nîşan dide ka Tirkiye hatiye kîjan astê.”
Kişanak bi bîr xist ku têkiliya balefirê demjimêr di 12.00 ji radarê qut bûye, lê belê hikûmetê heta demjimêr 20.00-21.00 tu daxuyaniyek nedaye. Kişanak got; “Ne ku zarokek ji malê xeyidiye û çûye, balefirek şer ji baregeha Meletî rabûye, lê çima rabûye, ber bi ku ve çûye, hedefa wê çi bû, der barê vana de raya giştî nehatiye agahdarkirin. Balefir ne tiştek wisa ye ku wenda bibe. Vê yekê nîşan da ku hikûmet nikare polîtîkaya xwe ya destwerdanê û alîgiriya operasyonê bidomîne.”
Kişanak der barê destwerdana li hemberî Sûriyeyê de jî got; “Em hêvîdar in ku tiştek wiha neqewime” û diyar kir ku ger vê yekê weke serbilindiyeke milî binirxînin û civakê ji bo vê yekê amade bikin, pêvajoyê ber bi şerekî ve bibin, divê her kes li hemberî vê polîtîkayê rabe.