Şaredariya Sêrtê bi wesîleya meha Remazanê xwarina fitarê da welatiyan. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak tevli xwarinê bû û li wir axivî. Kişanak, diyar kir ku berpirsyarê pêvçûn û mirinên di hefteyên borî de pêk hatin, AKP û serokwezîr e.
Şaredariya Sêrtê bi wesîleya meha Remazanê ji bo welatiyan xwarina fitarê da. Di xwarina ku li Salona Daweta ya Şelaleyê hate dayîn de Hevseroka Giştî ya BDP'ê ya Gultan Kişanak, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadakê ku dixwazin bi biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ji kar bigirin, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, rêvebir û endamên BDP'ê ya bajar, navçe û bajarokan, ÎHD, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, TÛHAD-DER, NÇM, endamên meclîsên şaredarî û bajarê giştî û bi hezaran welatî beşdarî bûn. Beriya xwarinê Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak axaftinek kin kir û diyar kir ku gelê Sêrtê di her şert û mercan de xwedî li hilbijartiyên xwe derketiye û serkeftinên wan ji vê xwedîderketinê pêk tê.
Piştî Sadak, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û balkişand ser pêvçûn û operasyonên ku di hefteyên borî de zêde bûye. Kişanak bilêv kir ku bedel didin û dê bidin jî û wiha got: " Ligel evqas zext û zoran her tim serê me bilind e. Tu carî me li hemberî zaliman serê xwe netewandiye, li ber xwe daye û têkoşîn meşandiye. Em ji bo jiyanek li ser Kurdistanê bi ziman, çand, nasnameya xwe bijîn ji bedeldayînê narevin. Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe bi awayekê demokratîk bi rê ve bibe têkoşînê dide. Di encama vê têkoşînê jî destkeftiyên mezin girt. Em ê wekî gelê bi rêxistin li hemberê zaliman derfetên xwe parastinê yên demokratîk biafirînin. Em meşa azadiya gelê xwe yê Rojava silav dikin."
'BERPIRSYAR SEROKWEZÎR Û AKP'Ê YE'
Kişanak anî ziman ku ji bo xwîna ku dirêje bê rawestandin têkoşîn didin û diyar kir ku hikumeta AKP'ê û serokwezîr berovajî vê tevdigerin. Kişanak destnîşan kir kir ku berpirsyarê kuştin û êşên tên jiyandin AKP û serokwezîr e û bilêv kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin. Kişanak piştî axaftina xwe demek bi 10 zarokên ku mexdûrê TMK'ê ne û hatibûn serbest berdan, sohbet kir.