Di van çend salên dawî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn û li tevahî dinyayê, çeteyên DAIŞ’ê bûye belayê serê mirovahiyê. Li erdnîgariya me, ti kesên zirarê ji van çeteyan nedîtibin nemane. Zêdetir jî jin û zarok. Ji ber di zilma van çeteyan de hevserê wan, zarokên wan, xizmên wan hatine qetilkirin. Zarok bê dê û bav mane, xuşk û birayên wan hatine qetilkirin. Ji bo mirovek ji viya mezintir êş, ez bawer nakim ku hebe. Bi milyonan mirov, zêdetir jin û zarok ji cih û warê xwe hatine derxistin, bi sînoran ketine, di deryayan de fetisîne. Zarok tî û birçî, tazî, bê dibistan mane. Ji her tiştî biêştir; heta dawiya jiyana xwe wê sêwî bimînin, hesreta dê û bavan bikşînin. Êşeke bêdawî…
Em dikarin bi dehan na, bi hezaran rûpel êş û xisarên ku çeteyên DAIŞ’ê dane binvîsin. Me got bi taybetî jin û zarokan. Ji mexdûrên van çeteyan tu nikarî yekê yan jî yekî bibînî ku bibêje ‘me feydeyek biçûk be jî dît ji êrîş û qetlîamên DAIŞ’ê’. Heta kî gotineke wiha bike mirovê hema rasterast bibêje; ‘gelo aqilê xwe xwariye!’ yan jî hema yekser mirovê bibêje; ‘weleh kî bibêje feydeyek ji êrîşên DAIŞê heye, eşkere ye ew DAIŞ bixwe ye’.
Rojên derbasbûyî bi rastî jî gotineke wiha hate kirin. Hem jî ji aliyê keseke payebilind û xwedî pîşeyekê ve. Çinar Saad Abdullah, li Kurdistana Federal, wezîra berê ya PDK’ê, ya kar û barên şehîda û enfalê bûye. Karê wê yê pîşeyî jî sosyolog (civaknas) e. Di hevpeyvîneke di Rûdawê de li ser fermana dawî ya Şengalê gotiye; “DAIŞ feydeyek da jinên êzdî. Beriya fermanê, kîjan jina êzdî bi yekî ne êzdî re bizewiciya dihat kuştin. Niha jinên ji destê DAIŞ’ê dertên nayên kuştin. Ev jî feydeyek e ku DAIŞ’ê da jinên êzdî… Bi xêra DAIŞ’ê jinên êzdî di dinyayê de hatin naskirin”!
Ev jin niha ne wezîr e, lê karê xwe yê sosyologiyê berdewam dike. Yanê aqilê xwe nexwariye. Wisa be dimîne tespîta din; ev bi xwe DAIŞ e. Ji bilî viya mirov nikare ti şîroveyek din bike.
Ji xwe hê ji beriya fermana 73’an ku li serê miletê me yê êzdî rakirin PDK’ê bi xwe rê da DAIŞ’ê. Ewil çek û sîlehên di destê êzdiyan de ji wan girtin, wan bê çek kirin. Dema DAIŞ hat jî beriya gelê bê parastin li seyarên xwe siwar bûn û li pişt xwe jî nenihêrtin reviyan. Ji xwe ve hêzên ewlehî û parastina gelê Şengalê bûn lê fişekek jî neteqandin û gel di nav destê çeteyan de hiştin. Eger îro wezîreke vê hikûmetê radibe axaftineke wiha dike qesta wê pir baş tê fêmkirin. Dixwaze ser kirinên hikûmeta xwe yên dijmirovî, yên sûc bigire.
Ji aliyê ilmî ve jî bi rengekî pisporî xizmeta desthilatdariya xwe dike. Weke sosyologekê ji bo ser kirinên qirêj ên hikûmeta desthilatdar bigire li gorî xwe tespîtan dike. Ilm û zanistê ne ji bo civakê lê ji bo xurtkirina desthilatdariya ku jê xwedî dibe dike. Li aliyekî bi hezaran mirovên hatine qetilkirin, jinên li bazaran hatine firotin, tecawizkirin, windakirin. Bêhejmar keç û jinên ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji kendalan ve avêtine, ji bo ti çete destên xwe yên qirêj nedin bedena wan serê xwe li dîwaran xistine, xwe kuştine. Heta ku di jiyaneke bêrûmet de bijîn, mirinê çêtir dîtine. Ev helwesteke qehremanî ye, exlaqeke azadiyê ye. Berxwedaneke çandî, berxwedaneke dîrokî ye. Berdewama çandeke bi hezarê salan e ku jinên êzdî bi xwe re gihandine roja me ye. Her yek ji van jiyanan hêjayî lêkolîn û nirxandinên kûr û berfireh e. Hêja ye ku mirov li serê destanan deyne.
Li şûna ku sosyolojiya vê rastiyê bike, xatûna Çinar hewl daye ku ser sûcên hizba xwe bigire, wan mafdar derxe. Lê vê carê di ser û çavên xwe da. Bi ti awayî nikare sûcên serok û rêveberên xwe pîne bike. Eger ku îro civaka êzdî jinên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin nakuje ev nîşaneya civakîbûna êzdiyan e. Li dijî zilmê hevgirtin, parastina nirxên xwe ye. Esas nirxên civaka êzdî ku ji civaka xwezayî ve diparêzin ev bi xwe ye. Lazim e ji aliyê ilmî ve esas ev bên lêkolînkirin û eşkerekirin.
Dîsa rastiyek jî heye ku civaka êzdî piştî fermanê hêza jina rêxistinkirî dît. Bi hatina hêzên YPJ û YJA Starê ve jina rêxistinkirî ji nêz ve nas kir. Her wiha jinên êzdî jî hêzên xwe yên xweser; Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Her roja ku derbas dibe tevlîbûnên nav artêşê û saziyan zêde dibe. Ev jî bandoreke mezin li ser civakê dike.
Di serî de jinên êzdî, tu mirovekî êzdî ku wehşeta fermana 73’an dîtî, heta ku emrê wan hebin wê vê zilmê ji bîr nekin. Wê heyf û tola xwe ji dijminên xwe û hevkarên wan bigirin. Bêguman wê xizmetkar û pînekarên weke Çinar xanimê jî ji vê rastiyê para xwe bigirin.