Keyayê ku gêrîlayan ew desteser kiribû ji AKP'ê îstîfa kir

Keyayê ku gêrîlayan ew desteser kiribû ji AKP'ê îstîfa kir

Keyayê Gundê Nispasê yê Colemêrgê Mehmet Çakir yê AKP'yî ku di 22'ê Tîrmehê de ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate desteserkirin û hefteya borî serbest hate berdan, diyar kir ku wî ji AKP'ê istîfa kiriye û derbazî BDP'ê bûye.

Keyayê Gundê Nispasê yê Colemêrgê Mehmet Çakir yê AKP'î ku di 22'ê Tîrmehê de ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate desteserkirin û hefteya borî serbest hate berdan, ji AKP'ê istîfa kir û derbazî BDP'ê bû.

Çakir li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku, ji AKP'ê îstîfa kiriye û derbazî BDP'ê bûye. Çakir anî ziman ku, di Kongreya AKP'ê ya Colemêrgê ya 9'ê Hezîranê de bêyî ku îmzeya wî bigirin ew kirin endamê AKP'ê û wiha got: "Min ji ber polîtîkayên li dijî Kurdan ji AKP'ê îstîfa kir. Ji niha û şûnde ez dê di nava BDP'ê ku ji bo mafê kurdan têdikoşe de cih bigirim.

Cîgirê Serokê BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt anî ziman ku, wan biryar û serlêdana Çakir ya BDP'ê nirxandiye û me serdana wî qebûl kiriye. Kurt xwest li her kesî pîroz be.