Endamên Platfoma Şaxên KESK'a Amedê û sendîkayên girêdayî wê ji bo operasyona di bin navê KCK'ê de li hemberî KESK'ê şermezar bikin dê ber bi Enqereyê ve bimeşin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê û Endamên KESK ji bo operasyona li hemberî KESK'ê şermezar bikin li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk çalakî lidar xistin. Çalakiya ku doh destpê kir îro jî berdewam kir. Di çalakiya ku ji aliyê welatî û gelek rêxistinên saziyên sivîl jî rastî piştgiriyê hat de KESK'iyan daxuyand ku îro di demjimêr 17.00'an de ew dê ber bi Enqereyê ve derkevin rê.
Berdevkê demî yê KESK'ê Alîcan Çetînkaya diyar kir ku, ji bo ew binçavkirinan şermezar bikin bi otobûsan dê biçin Enqereyê. Çetînkaya da zanîn ku, heta kedkarên hatine binçavkirin serbest bên berdan dê li ber edliyeyê bikevin çalakiyê.