Kesekî din ê di êrîşa polîsan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Selman Erdogan ê ku dema hewl da li Taxa Cûdî ya Cizîrê birîndaran hilgire di encama gulebarana polîsan de hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.
Selman Erdogan ê ku dema hewl da li Taxa Cûdî ya Cizîrê birîndaran hilgire di encama gulebarana polîsan de hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.

Selman Erdogan ê ku dema hewl da li Taxa Cûdî ya Cizîrê birîndaran hilgire di encama gulebarana polîsan de bi giranî hat birîndarkirin û dema dibirin nexweşxaneyê ji aliyê polîsan bi birîndarî bi saetan li emniyetê hat rawestandin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
Gelê ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî hebû, dema ji bo cenaze û birîndaran ji Taxa Cûdî ya Cizîrê wergirin û ji taxê derxin ketin tevgerê rastî gulebarana ji wesayîtên zirxî hatin û 10 kes birîndar bibûn. Selman Erdogan ê di êrîşê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Erdogan dema cenazeyê 3 kesên hatibûn qetilkirin radikir bi gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra bi giranî hat birîndarkirin û dema bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê ji aliyê polîsan hat astengkirin, tevî birîndariya wî ji birin Qereqola Polîsan a Mûrat Akançay û hat derbkirin.
Erdogan ê ji ber demek dirêj li qereqolê hat hiştin xwîn jê çû, tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî nehat rizgarkirin.
Di heman êrîşê de Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal jî birîndar bibû, danê êvarî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû.