Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk a bi awayê “yekane rê çekdanîn e” û got; “Gotina “Yekane rêya çareseriyê çekdanîn e”, tê wateya “dê heta dawiyê xwîn birije û dê bi şer encamê bê girtin” e. Yekane rê ne çekdanîn e. Yekane rê bidawîkirina pêkanînên polîtîkayên mêtîgerî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ye û naskirina hemû mafên xwezayî yên gelê Kurd e.” KCK’ê got; “Dirûşima “An dê çek bên danîn, An dê çek bên danîn” dubarekirina, dirûşima “An dê biqedin, An dê biqedin” a ku beriya salan Tansu Çîllerê gotibû ye. Yên ku vê yekê israr dikin, xwe dixapînin.”
Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê bûyer û geşedanên di rojevê de nirxand. KCK’ê bal kişand ser çalakiya Şitazin û Oremarê û got; “Tevgera şoreşgerî ya ku ji aliyê HPG’ê ve li Şitazin û Oremarê hat pêkanîn, di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de ye, xwedî cihek rewa û mafê parastina rewa ye.”
HPG’Ê PEYAMEK GIRÎNG DA
KCK’ê got; “Tevgera Şoreşger a ku ji aliyê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ve di 19’ê hezîranê de li Şitazin û Oremarê hat destpêkirin û bi hin awayên di berdewam dike, peyamek girîng daye. Pir girîng e ku ev yek ji aliyê her kesê ve vaş were fêmkirin. Beriya her tiştê divê were zanîn ev yek çalakiyek ji rêzê ye, çalakiyek berdewam, hakimyeta li ser herêmê, performanseke nû û bilind a leşkerî derxistiye holê. Em hevalên xwe yên ku di vê operasyona şoreşgerî de fedekariyeke mezin nîşandan û bi destanên qehremantiyê afirandin, gihiştin şehadetê bi bîr tînin, em careke din soz didin ku em ê bîranîna bi Azadiya Rêbertî û Kurdistanê re bidin jiyanadin. Em sersaxiyê ji bo malbatên van qehremanên ji bo rûmeta gelê me li ber xwe dane û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
STRATEJÝYEK NÛ YA MÊTÎNGERÝYÊ YA JÝ BO TÝRK-KÝRÝN Û ASÎMLASYONÊ DÝMEŞÎNE.
Li hemberî hemû hewldanên me yên ji bo aşitiyê, zîhniyeta AKP’ya mêtînger dest ji rêbazên xwe yên tundiyê yên ji bo çareseriyê bernedaye. Bi hemû rêbazên êrîşê Rêberê Gelê Kurd û hemû Gelê Kurd dike, û dixwaze bi parçekirin, dabeşkirin, tasfiye û tunekirinê encamek bigire. Ev zîhniyeta ku bi aşkereyî diyar kir ku ew ê yek mafên herî gerdûnî yê mirovan perwerdehiya zimanê zikmakî nas neke û dixwaze vê yekê bi dersa hilbijartî proveke bike, Kurdan weke gelekî (milet) nas nake, niha jî stratejiyek nû ya mêtîngeriyê ya ji bo Tirk-kirin û asîmlasyonê dimeşîne.
LI HEMBERÎ OCALAN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊ MEŞANDIN
Dewleta Tirk ji de damezrandina Komarê û vir ve, tevî komkujî û hemû cure polîtîkayên teslîmgirtin û asîmlasyonê, rêbazên xwe yên şerê taybet li hemberî gelê Kurd pêk anîye. Hikûmeta AKP’ê îro bo van rêbazên bêperwa, dixwaze bi rûmeta gelê Kurd bileyîze û vîna wê bişkîne. Serokwezîrê hikûmeta AKP’ê û wezîrên wê bi xwe vê rola pêşxistina şerê psîkolojî girtine ser xwe. Li Îmraliyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd şereke psîkolojîk tê meşandin, dixwazin wisa nîşan bidin ku veqetînên ji tevgera azadiyê çêbûne, nîşan bidin. Bi taybet Serokwezîr rola pêkanîna textîka parçekirin-dabeşkirina siyaseta Kurdan a ku bi biryardarîyek mezin li hemberî polîtîkayên qirkirina siyasî yên mêtîngeriya AKP’ê li ber xwe didin, girtiye ser xwe.
Li hemberî vê yekê 8 hezar siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehê de û dostên wan jî, siyasetmedarên Kurd ên derve jî, di vê demê de bi ruhê yekitiyê li ber xwe dane û îsbat kirine ku ew îradeyek in. Hemû hevparên Tevgera Azadiyê bi bedenekî li hemberî hemû cure êrîşên mêtîngeriya AKP’ê li her derê li ber xwe didin û nîşan didin ka rêya serkeftinê di ku re derbas dibe.”
ŞITAZIN Û OREMARÊ HAT PÊKANÎN, DI ÇARÇOVEYA HIQÛQA GERDÛNÎ DE YE
KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze pirsgirêka Kurd bi kuştin û hemû rêbazên tundiyê çareser bike, û her roja ku diçe şerê topyekûn ên li hemberî gelê Kurd dijwartir dike. KCK’ê got; “Kesên ku pêkanîna vê şerê topyekun weke tiştek normal dibînin, kesên ku girtina şaredarên Wanê yên ku bi vîna gelê me hatine hilbijartin weke tiştke ji rêzê dibînin, kesên ku bi awayeke ji rêzê nêzî komkujiyên Roboskî û Rihayê dibînin, yên ku dersa hilbijartî ya ku weke heqareteke li hemberî gelê Kurd û textîkên din ên şerê taybet mîna qenciyekê dibînin, “Dibe bêjin PKK çima çalakiyek wiha pêk anî?”. Lê rastî wiha ye: Şereke mêtîngerî yê ku bi armanca tunekirinê li her qad û her derê belav dibe heye. Mafê gelê Kurd jî heye ku li hemberî van qirkirinê li hemberî Rêbertiya me, siyaseta, me gelê me, çand û nirxên me xwe biparêze. Tevgera şoreşgerî ya ku ji aliyê HPG’ê ve li Şitazin û Oremarê hat pêkanîn, di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de xwedî cihek rewa ye û mafê parastina rewa ye. Li hemberî êrîşan mafê xweparastinê mafek pîroz e: Îro gelê me di bin êrîşan de ye û dê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li hemberî hemû êrîşan mafê xwe yê bersivdanê bi kar bîne. Dê dînamkên welatparêz ên li Kurdistanê heta dawiyê li hemberî mêtîngeriya AKP’ê li ber xwe bide.
YEKANE RÊ NE ÇEKDANÎN E
Gotina “Yekane rêya çareseriyê çekdanîn e”, tê wateya “dê heta dawiyê xwîn birije û dê bi şer encamê bê girtin” e. Yekane rê ne çekdanîn e. Yekane rê bidawîkirina pêkanînên polîtîkayên mêtîgerî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ye û naskirina hemû mafên xwezayî yên gelê Kurd e. Dirûşima “An dê çek bên danîn, An dê çek bên danîn” dubarekirina, dirûşima “An dê biqedin, An dê biqedin” a ku salan beriya niha Tansu Çîllerê gotibû ye. Yên ku vê yekê israr dikin, xwe dixapînin.”
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de aşker kir ku gelê kurd li ser erdnîgariya xwe bi sedan salane li hemberî hemû polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşîneke bi rûmet meşandiye û tu carî teslîmê hêzên dagirker nebûye. KCK’ê wiha domand: “Îro jî gelê kurd bi pêşengiya gerîlayên Kurdistanê li dora Rêber Apo bûye xelekek ji agir û bi rihê serhildanê xwedî li nirxên xwe yên pîroz derdikeve.”
KCK’ê bal kişand li ser polîtîkayên Dewleta Tirk yên wekî ‘pirsgirêka kurd cuda ye, PKK cuda ye’, ‘Ji PKK’ê na, ji pirsgirêka kurd re erê’ û ev tişt lê zêde kir: “Ev teoriyên wan ne nû ne, êdî ev polîtîkayên derewker deşîfre bûne û êdî dawiya wan hatiye. Li hemberî têkoşîna gelê kurd têk çûne. Îro dîsa di şexsê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de ev polîtîka dûbare dibe, ev polîtîkaya qirêj wê tu tiştekî bi gelan nede qazanckirin, wê Tirkiyeyê berbi tariyê ve bibe. Em wekî Tevgera Azadiya Gelê Kurd emê li hemberî vê tê bikoşîn û azadiya xwe bi dest bixin.”
JI BO MEŞA AZADIYA JI BO OCALAN BANGEWAZÎ
KCK’ê diyar kir ku çiqasî dixwazin bila zimanê tundiyê û şerê pîskolojîk bi kar bînin, wê ev polîtîkayên wanên qirêj ji hemberî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedan gelê kurd têk biçin û ev tişt got: “AKP li her derê Kurdistanê û li girtîgehan terorekî dide meşandin. Li dijî vê terora dewletê, gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê wê bi her şeklî parastina xwe ye rewa têxe dewrê û xwe biparêze. Wekî gelek deverên cîhanê jî mînakên tevgerên şoreşgerî hene û Tevgera Gelê Kurd jî yek ji van mînakan e û Tevgera me bi ‘teror-teorîzmê’ tê binavkirin, di polîtîkayên înkar û îmhayê de israrkirin e. Em careke din bang li ciwan, jin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî vê pêla faşîzmê berxwedana xwe mezin bikin û di meşa azadkirina Rêber Apo de cihê xwe bigirin.”