Serokatiya Konseya Rêbeber a KCK’ê derbarê şerê li Şemzînanê de daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta tirk çalakiyên li Şemzînan û Çelê bi “Hêzên derveve” girê dide û da zanîn ku ev feraseta 90 salî a înkarê ye
Serokatiya Konseya Rêbeber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî çalakiyên gerîlayan ên li Şemzînan û Çelê, her wiha helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî vî şerî nirxand
KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê û Serokwezîrê Tirk Erdogan di tîrmeha 2011’an de heta niha, pirsgirêka kurd a bi aştî û demokratîk ji hêla xwe ve daye rawestandin û ev tişt got: “Li dijî Rêbertiya me û li dijî gelê me bi tevahî şerek daye destpêkirin. Dewleta Tirk dixwest gerîlayên Kurdistanê wekî Pilingên Tamîlê dorpêç bike û gerîlayên Kurdistanê ji bolê rake. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi taktîk û çalakiyên nû li dijî dewleta dagirker li gorî stratejiya demê hemleyeke şoreşgerî di serî de li Gever, Çelê û Şemzînanê xistiye dewrê. Diyare ku li Kurdistanê rewşeke şer heye. Ev şer li dijî êrîşên metîngeriya faşîzan, hemleya Perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku gelê me biparêze e.
Di serî de bi taybetî li Şemzîn, Gever-Oremar û Colemêrg-Çelê û li hemû Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin. Lê hikûmeta AKP û Dewleta Tirk vê şerî bi riya medya xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre.
KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji hêlekî ve her tiştî ji raya giştî vedişêre û ji hêlekî ve jî, dixwaze van çalakiyên gerîlayan berovajî bike, û sankî ev çalakî ji hêla hin hêzên derve ve hatine kirin dixwaze van çalakiyên gerîlayan tarî bike. KCK’ê ev tişt anî ziman: “Di serî de Serokwezîrê Tirk Erdogan û hin rayedarên AKP’ê van çalakiyên gerîlayan bi Sûriyeyê ve dirê didin. Ev gotinên ku ew bi kar tînin tu rastiya wan tune. Heta 8 sal berê dixwastin bi Îran û Sûriyeyê re rêxistina me ji holê rakin. Îro jî navbera wan xira bûey, radibin bi rêxistina me re loqalî hev dikin.”
90 SAL IN HEMAN ÇÎROK
KCK’ê da zanîn ku 90 sal in berxwedana gelê kurd bi hêzen derve ve tê îzah kirin û wiha hate gotin: “Ji destpêka komarê heta niha berxwedana gelê me ya li hember dagirkeriya tirk bi ‘hêzên derve’ ve hatiye îzahkirin û gelê me bi qetlîam û komkujiyan re rû bir û hatiye hiştin. AKP jî niha heman tiştan dike. Propagandayên AKP’ê yên bi rengî rast nîn in. Gotina Erdogan ya ‘Li nava sînorên Tirkiyeyê tu dereke di kontrola me de nîn be nîne. Li Şemzînanê tenê 2 şehîdên me hene û windahiyên rêxistina terorê 115 ne’ ji bilê derewa psîkolojîk tiştekî din nîne.” KCK’ê bilêv kir ku tu hêz nikare pêşiya peşveçûnên dîrokê bigire.
KCK’ê da diyar kir ku AKP li hember gerîla têk çûye, mal û milkê gelê Şemzînan û Geverê bombe dike û bi vî awahî dixwaze gel li hember tevgerê bertek nîşan bidin û wiha hate gotin: “Tê zanîn ku gerîla li girên bilind mevzî girtine. Lê 15 roj in li Şemzînanê bi zanebûn bax û baxçeyên gel yên li newal û dolan tên bombekirin.” KCK’ê anî ziman ku bi bila Erdogan beriya her tiştî pêkanînên dijmirovahî û faşîzan ku li Kurdistanê dimeşîne binêre.
HESAP TÊ PIRSÎN
KCK’ê diyar kir ku divê ji Erdogan bê pirsîn çima zarokê 11 salî yê kurd Mazlûm Akay hate qetilkirin dê bê zanîn ku çima evqas şer gurbûye. KCK di daxuyaniya xwe de da zanîn ku beriya niha herfteyekê li Edeneyê ciwanên kurd ji bo ku tecrîda girakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin polîsan li hemberî ciwanên kurd bi awayekî wehşî êrîş pêk anî û di ecama vê êrîşê de Mazlûm Akay gehiştiye şehadetê. KCK’ê sersaxî ji malbata Mazlûm Akay û hemû gelê Kurdistanê re xwestiye. KCK destnîşan kir ku hemû rayagiştî dizane ku Mazlûm Akay ne yê destpêkê ye heya niha bi dehan zarokên kurdan bûne hedefa gule û wehşeta polîsan û gehiştine şehadetê li hemberî vê pêk anînê jî tu hesab ne hatiye xwestin. KCK’ê bi lêv kir ku niha li Şemzînanê hesaba Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol û Mazlûm Akay tê pirsîn.
KCK’ê herî dawî bang li ciwanên kurd kir û ev tişt got: “Bi taybetî di vê pêvajoya berxwedanê de divê ciwanên kurd di hemû hêlê de xwe tevlî pêvajoyê bike û hesabê ji dewleta dagirker bixwaze