KCK: Berpirsyarê vê wehşetê Wezîrê Dadê ye

KCK: Berpirsyarê vê wehşetê Wezîrê Dadê ye

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê 13 girtiyê li girtîgeha Rihayê jiyana xwe dest dan de diyar kir ku berpirsên vê wehşetê ‘wezîrê dadê, îdareya girtîgehê û waliyê Rihayê ye’ û got; “Dê gelê kurd pey vê sûcê ku bernede.” KCK’ê wiha got: “Serokwezîrê Tirk bi qasî bernameya xwe ya Amerîkaya Başur betal neke mirina hêsan û ji rêzê dibîne.”

KCK’ê der barê wehşeta girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de wiha got: “Bi vê komkujiyê re, ji bo hemû girtiyên kurd re peyama mirinê hatiye dayîn. Em ji bo qetilkirina kurdan em bêjin êdî bes e.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê di qawişa C-15’an de di 16’ê hezîranê de 13 welatiyên me di encama agirê ku derketiye de jiyana xwe ji dest dane. 5 heb jî bi giranî birîndar in. Em ji malbatên kesên jiyana xwe dest dane re sersaxiyê dixwazin. Ev komkujî dibin berpirsyariya hikûmeta AKP’ê de hatiye kirin û bi plankirî hatiye kirin. Girtîgeha ku kapasiteya wê 300 kes e, 1070 kes lê dimîne. Jiyana mirovan tune tê hesibandin. Waliyê Rihayê îdia dike ku agir ji ber pevçûna di navbera girtiyan pêk hatiye. Walî hewl dide ku komkujiyê veşêre û normal bike. Berpirsên vê komkujiyê Wezîrê Dadê, îdareya girtîgehê û Walî ye.”

KCK’ê destnîşan kir ku di serî de girtîgehên Kurdistanê û hemû girtîgehê Tirkiyeyê wekî Kampên Nazîya in û ji mirinê re dawetiyê derdixe û wiha hate: “Bi pêkanînên faşîzma 12’ê Îlonê hemû girtîgeh kirin mîna darbestan. Mercên îşkenceya 12’ê Îlonê bi rêbazên tenik tên meşandin û polîtîkaya qirkirinê dişopînin. Ji 12 Îlonê şûnde girtîgeh bûne birîna mirovahiyê. Herî zêde jî di dema hikûmeta AKP’ê de pêk tê. Bi hezaran kes bê sûc tên girtîn. Mafên wan tê xespkirin. Tenê 10 hezar siyasetmedar niha di girtîgehan de ne. Îro di zindanan de ji bo ewlehî û tenduristiya wan tu merc nayên afirandin. Her roj ji girtîgehan nûçeyên îşkenceyê û nexweşan tên. pêkanînê derveyî mirovahiyê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl ji rayagiştî re hate aşkerakirin. Li girtîgehên ku lê kurd hene, wehşetek veşartî heye. Li Pozanti, Osmaniye, Şakranê û gelek ên din rewşa şer nîşan dide. Dîsa sala borî 5 girtiyê ji Wanê dibirin di wesayîta rîngê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.”

BI ERÊKIRINA WEZARETA DADÊ HATIN QETILKIRIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Xuyaye ku dewleta Tirk bi siyaset, cemeat, leşker, polîs, sazî dezgehên xwe li hemberî Kurdan şer dide meşandin. Bi komkujiyên wehşî dixwaze encamê bigire. Çawa ku li Roboskê 34 welatî qetil kir li Rihayê jî 13 welatiyên kurd bi erêkirina ji aliyê Wezareta Dadê ve hatin qetilkirin.

ERDOGAN ÇIMA BERNAMA XWE BETAL NEKIR

Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û hemû mirovahiyê sûc dike û wiha pê de çû: “Pêkanînên dewleta tirk a mêtînger li dij mafê mirovane. Li welatekê din ba Wezîrê Dadê, serokwezart, dê derneketa pêşberî gel, dê îstîfa bikira. Di bin berpirsyariya hikûmetê de 13 welatî hatin qetilkirin. Erdogan jî bernameya xwe ya Başurê Amerîkayê betal nekir. Xuya bû ku Erdogan vê bûyerê çiqas ji rêzê dibîne.”

PEYAMA MIRINÊ DANE HEMÛ GIRTIYÊN KURD

KCK’ê destnîşan kir ku her çendî girtiyên di qawişa C-15 de jiyana xwe ji dest dan ji sucên edlî bên darizandin, lê nikare rastiyê veşêre û wiha domand; “Berevajiyê vê, bi vê komkujiyê peyama mirinê dane hemû girtiyên Kurd! Gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê tu cara dest ji vê meseleyê bernade û dê hesabê vê yekê bipirse. Hesabpirsîna ji vê zîhniyet û hikûmeta faşîst a ku mirovan bi saxî dişewitînin û Wezareta wê ya Dadê, wezîfeya herî mirovane ya hemû welatparêzên Kurd û her kesê alîgirên mirovahê ne ye.

DIVÊ EM JI KOMKUJIYÊ RE BÊJIN ÊDÎ BES E

KCK’ê got ku divê baş were zanîn ku dê rast, vîna azad û doza mafdar a gelê Kurd wê hêza ku hemû astengiyên li pêşiya xwe rake nîşan bide û dê van kesên ku komkujiyê pêk anîne û kesên li pişt komkujiyê ne mehkûm bike. KCK’ê ragihand ku gelê welatparêz ê Kurdistanê li hemberî van komkujiyan bê deng nabîne, dê li her derê dabikeve kolanan û hesabê vê yekê bipirse. KCK’ê got; “Ger li hemberî vê komkujiya bi awayeke aşkere ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin bê deng bimînin, dê mêtîngerî ji vê yekê cesaretê werbigire, dê piştî Roboskê û Komkujiya Rihayê di vê polîtîkaya xwe de israr bike û komkujiyên din jî pêk bîne.” KCK’ê got ku divê êdî ji vê zîhniyeta mêtînger re bêjin ‘Êdî Bes e’ û ev bang kir:

“Em bang li hemû rêxistinên sivî dikin ku hemû binpêkirinên mafan ên ji di bin berpirsyartiya hikûmeta AKP’ê de pêk hatine aşkere bikin û em bang li çapemeniyê jî dikin ku vê ruyê rast ê AKP’ê aşkere bike. ”