KCD: Vîna gel nayê desteserkirin

KCD: Vîna gel nayê desteserkirin

Komîsyona Rêvebiriyên Herêmî û Ekolojiyê ya KCD'ê bertek nîşanî biryara li hember Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ji peywirê girt dan. Endamê Kordînasyonê Demîr Çelîk diyar kir ku, ramanên ku Sadak ji bo azadbûn û demokratîkbûna gelên Tirkiyeyê tîne ziman, ramanê wane jî û wiha got: " Ez dixwazim bêjim ku kesên dixwazin van ramanan asteng bikin xwe dixapînin."

Komîsyona Rêvebiriyên Herêmî û Ekolojuyê ya KCD'ê li hemberî biryara ji peywir girtina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bertek nîşan dan û derbarê mijarê li avahiya KCD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endamên Kordînasyona KCD'ê Demîr Çelîk, Tulay Ozdemîr û Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Edîp Yaşar cih girt. Daxuyanî ji aliyê Demîr Çelîk ve hate dayîn. Çelîk bi bîr xist ku Sadakê ji peywirê hatiye girtin endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê bû û wiha got:

"Me careke din dît ku faşîzma AKP'ê, rêvebiriya destpotîk a AKP'ê rê li ber kîjan fikaran vedike. Selîm Sadak di sala 1990'an de ji aliyê dewleta zorker avêtin girtîgehê û 10 salan tê de hatiye hiştin. Di sala 2009'an de dema Şaredariya Sêrtê bi dest xist, ramanê ku ji bo azadbûn û demokratîkbûna gelên Tirkiyeyê diparêze, ramanên me ne jî. Ez dixwazim bêjim ku kesên dixwazin van ramanan asteng bikin, xwe dixapînin."

'DIVÊ AKP'E BI RASTIYA AZADBÛNA KURD JÎ BIBÎNE'

Çelîk diyar kir ku, hewceye hukumeta AKP'ê rastiya azadbûna kurd jî bibîne û wiha axivî: "Rojavayê Kurdistanê gel ji rêvebiriyên zorker re got na û beyî ku tundî û çek bi kar bîne şoreşa Kurd pêk anîn. Heke AKP'ê pêngava ku li ser esasa têkoşîna gihandina rêvebiriyên xweser û azad pêş dikeve, nebîne, her wiha hemû mûxalîfan ji bo xwe wekî dijmin bibîne, dê têk biçe û dê cihê xwe di sergoya dîrokê de bigire. Ev salek e bi stratejiya şer a bi her hêlî li ser Birêz Abdûllah Ocalan tecrît û îzolasyonekê dimeşîne. Hewceye xwediyê vê feraseta şaş, dev ji stratejiya xwe ya şaş berdin. Roj ne roja qedexe, înka, îmha û şere, roj roja azadiya gelane. Ji bilî wê tu rê bi ser nakeve."

'VÎNA GEL NAYÊ DESTESERKIRIN’

Çelîk balkişand ser êrîşên di demên dawî yên wekî li Bajaroka Surguya Meletiyê, Dalyan û Ortacaya Mûglayê, Ayazagaya Stenbolê û destnîşan kir ku ev êrîş nayên qebûl kirin. Çelîk anî ziman ku, vîna gel nayê desteserkirin û wiha pê de çû: " Heke hesabê AKP'ê bi BDP'ê re heye, divê di hilbijartina herêmî ya di sala 2013'an bi awayekî demokratîk bibîne. Bila projeyên xwe ji gel re bêje û li bendê be ku dibe gel wan peywirdar bike. Lê em bidin zanîn ku ew nikarin bi dek û dolabên hiqûqî jî kelehên ku BDP'ê bi dest xistine, jê bigire. Divê AKP'ê dev ji vê şaşiyê berde."

Çelîk pirsên rojnamegeran ên derbarê serhildana kurdên Sûriyê jî bersivand û wiha got: "Rastiya Sûriyê li ser nasnameyma kurd, ereb û xirîstiyanan hatiye avakrin. Li Sûriyê nasname, çand û zimanên cuda hene. Dema em vê rastiyê li ber çavan bigirin rejîma serdest û otorîter nikare bibe bersiva daxwazên van civakan. Tirkiye jî di bênasnametiyê de israr dike û naxwaze kurdên Sûriyê bibe xwedî statu. Ji ber vê yekê li dijî Sûriyê polîtîkayên şer sor dike. Lê êdî xuya yeku daxwazên gel ên demokratîk nayên astengkirin. Lazim e êdî li rastiya xwe vegerin. Heta Tirkiye nasname û azadiya 20 milyon Kurd qebûl neke, nikare der barê 3 mîlyon kurdên Sûriyeyê de xwedi maf be.

'MEDYA TIŞTÊN KU LI ŞEMZÎNANÊ NEBÛYE WEKÎ BÛBE NÎŞAN DIDE'

Çelîk derbarê operasyon û pevçûnên li navçeya Şemzînanê didomin de jî agahî dan û wiha got: "Em dibînin ku li Kurdistanê şerê qirêj didome. 35 salin şerek heye. Vê pergalê duh li Çelê, Dêrsimê û Gabarê çekên kîmyewî bikar anîn. Niha jî 10 rojin li Şemzînanê şer û pevçûnek dijwar heye. Geşedanên li şemzinanê pêk tê tên veşartin. Ji bilî medya tirk malperên navneteweyi tiştên cuda dibêjin. Dibêjin gêrîlayênn PKK'ê herêm bi dest xistiye. Li gel ku balafir û helîkopter mudaxale dikin jî nikarin têkevin herêmê. Bi 10 hezaran leşker ketine herêmê. Lê medya tirk tişteki nebûyî wekî bûbe nişan dide. Kurd û elewi li her derê rastî lîncê tên. Êdî ev rêbaz sûdê nade tu kesî. Pirsgirêka Kurd dîrokî ye û têkoşîna mafê siyasî, demokrasî, heq û hiqûqê ye. "