KCD: Ma hûn ê bi girtina sendîkavanan pirsgirêka Kurd çareser bikin

KCD: Ma hûn ê bi girtina sendîkavanan pirsgirêka Kurd çareser bikin

Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê piştgirî da nerazîbûnên kedkarên ku operasyona li dijî KESK'ê pêk hat şermezar dikin. KCD'ê bang li Serokwezîr kir û got "Em ji Serowezîr Erdogan ê ku got 'Ger PKK dest ji çekan berde, em ê heta 2015'an pirsgirêka kurd çareser bikin' dipirsin. Gelo KESK'iyên duh hatin binçavkirin bi kîjan çekan ve hatin girtin? Gelo hûn ê pirsgirêka Kurd bi girtina sendîkavanan çareser bikin?"

Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê bi daxuniyekê piştgirî da kedkarên operasyona li dijî KESK'ê şermezar dikin. Komeleya 78'an a Amedê, ÎHD, MAZLUMDER, TUHAD-FED, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek nûnerên din ên saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyonê Yusuf Karataş daxuyanî xwend. Karataş, axaftina xwe bi şermezarkirina serdegirtina polîsan a li dijî Rojnameya Atilim û ETHA'yê dest pê kir. Karataş, diyar kir ku AKP êrîşê li ked, aştî û demokrasiyê dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di bin navê KCK'ê de li dijî hemû hêzên gel û yên alîgirên demokrasî, aştî û kedê dike."

MA HÛN Ê BI GIRTINA SENDÎKAVANAN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN

Karataş, da zanîn ku her roj ew bi binçavkirin û girtinan hişyar dibin û bal kişand ser operasyona KESK'ê û wiha axivî: "Operasyona li dijî rêveber û endamên KESK'ê pergala zilm û ramana zext û tepisandinê nîşan dide. Em ji Serokwezîr Erdogan ê ku got 'Ger PKK dest ji çekan berde em dê heta 2015'an pirsgirêka kurd çareser bikin' dipirsin. Gelo endamên KESK'ê yên duh hatin binçavkirin bi kîjan çekan hatin girtin? Gelo bi girtina sendîkavanan hûnê pirsgirêka kurd çareser bikin?. Hikûmeta AKP'ê li aliyekî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heviyan pêk tîne li aliyê din jî operasyonan berdewam dike." Karataş, da zanîn ku hemû kesên duh di operasyona KESK'ê de hatin binçavkirin kurd in û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP'ê çiqas ji yekîtiya têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna ked û demokrasiyê ditirse radixe berçavan. Gelê me li hemberî zilma AKP'ê serê xwe natewîn e."

Karataş, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiya bê çareserkirin divê demildest AKP dest ji operasyonên siyasî û leşker berde û rêveber û endamên KESK'ê yên hatin binçavkirin serbest bên berdan.