KCD: Ewlehiya canê ti kesî nema; divê em piştevaniya hev bikin
KCD piştgiriya akademisyenên banga aştiyê kir, li dijî Erdogan bertek nîşan da. KCD’ê bal kişand ku divê piştevanî bê mezinkirin.
KCD piştgiriya akademisyenên banga aştiyê kir, li dijî Erdogan bertek nîşan da. KCD’ê bal kişand ku divê piştevanî bê mezinkirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkîldarî hedefgirtina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a akademîsyanên aştîxwaz daxuyanî weşand.
KCD’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku demokrasî û gelên Tirkiyeyê di bin zexta faşîzma mezin de êdî nikarin bêhnê bigirin, baxivîn û têkîldarî pêşeroja xwe nêrînan bînin ziman. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo tepisandina mafên mafdar û rewa yên gelên Kurd bi siyaseta înkar û îmhayê li dijî gelê me şerekî qirêj ê topyekun bi awayekî herî hovane tê meşandin.” Hat destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê ya gelê Kurd, pirsgirêka hevpar a tevahî gelên Tirkiyeyê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê di bin berpirsiyartiya partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civaka sivîl û kedê, di serî de jî ya mirovên rewşenbîr û zanistan de ye. Zanist dikarin têkildarî pirsgirêkek hevpar baxivin, wek pêwistiya wijdan û exlaqê civakî dikarin daxuyaniyê bidin, çareseriyên zanistî deynin holê. Ji vê xwezayîtir û mirovîtir ti tiştekî din tineye.”
‘EM DENGÊ XWE BILIND NEKIN EM Ê NIKARIBIN DEMOKRASIYÊ RIZGAR BIKIN’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê di serî de îfadekirina fikran ewlehiya ti kesî ya can, mal û kar nemaye. Ji ber vê sedemê jî divê gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, akademîsyen û zanist dengên xwe bilind bikin, di nav piştevaniyê de bin û li dijî vî şerê îmha û înkarê û siyasetê têkoşînê mezin bikin. Ji bilî vê ne mimkûn e ku pêşeroja Tirkiye û demokrasiya wê bê rizgarkirin.”
QETLÎAMA SÛLTANAHMET
KCD’ê di daxuyaniyê de têkîldar Qetlîama Sûltanahmet diyar kir ku ev tê wateya îflasa polîtîkaya derve ya AKP’ê, bal kişand ku polîtîkayên dijminane yên li hember gelê Kurd dibe sedem ku celadên wek DAIŞ’ê bixuluqin.