KCD'ê ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke gengaz banga tevlîbûna li meşê kir
KCD'ê, ji bo pêşîgirtina li komkujiyek gengaz a li navçeya Amed Sûrê, banga tevlîbûna li meşa îro saet di 17:00 de kir.
KCD'ê, ji bo pêşîgirtina li komkujiyek gengaz a li navçeya Amed Sûrê, banga tevlîbûna li meşa îro saet di 17:00 de kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo pêşîgirtina li komkujiyek gengaz a li navçeya Amed Sûrê, banga tevlîbûna li meşa îro saet di 17:00 de kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê de hat bibîrxistin, ku li navçeya Şirnex Cizîrê û navçeya Amed Sûrê, ji duh bi şev û vir ve li hemberî gelê Kurd operasyoneke mezin a hêzên dewletê hatiye destpêkirin û hat ragihandin, ku bi destpêkirina van operasyonan re li her du navçeyan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
KCD'ê diyar kir ku parlamenter û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de destûr ji kesî re nayê dayîn ku rewşa li her du navçeyan bişopînin û got, "Li gorî agahiyên ji her du navçeyan jî tên, gelek birîndar hene. Destûr nayê dayîn ku ambûlans birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Operasyon bi berfirehî dewam dikin. Gelê me yê li Cizîr û Sûrê bi komkujiyekê re rû bi rû ye."
KCD'ê bal kişand ser meşa îro ya saet di 17:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê li dijî terora dewletê tê lidarxistin û bang li gel, sazî, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû derdorên demokratîk kir, ku ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz were girtin beşdarî meşê bibin û hewldanên piştgirî û yekîtiyê di asta herî bilind de nîşan bidin.