Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ku duh civina xwe pêk anî, encamnameya civînê aşkere kir. KCD'ê di civînê de piştgiriya xwe ya Xweseriya Kurdên Sûriyê anî ziman û xwest hemû partiyên kurdan piştgiriyê bidin kurdên sûrî. KCD'ê xwest di serî de Komara Tirkiyeyê û hemû hemû kes hurmetê nîşanî Xweseriya Demokratîk a Gelê Kurdistanê bidin û qebûl bikin. KCD'ê bang li hemû partiyên siyasî yên kurdan kir û xwest her kes ji bo berjewendiyên kurdan ên neteweyî tev bigerin.
Meclîsa Daîmî ya KCD'ê duh civina xwe pêk anî û îro encamnameya wê bi daxuyaniyek nivîşkî aşkere kir. KCD'ê, di encamnameyê de anî ziman ku êdî pergala serdest, yekparêz, otoriter, rêveberiya navendîya hişk, perçe bûye û rêveberiya wekhev, demokratîk û azadiyê bi ser dikeve û wiha got: "Di vê serdema ku niqaşên demokrasî û parastina mafên mirovan tên kirin de Tirkiye ber bi şer û pevçûneke kurd de diçe. Hikûmeta şerxwaz, li gorî berjewendiyên xwe rê li pêşiya aştî, demokratîkbûn û azadiya Tirkiyeyê digire. Li herêma Rojhilata Navîn ku bingeh û derfetên hemû reng, netew, çand, ziman û bawerî bi hevre bişin heye de, tê xwestin şer û pevçûnan geş bikin. "
'GELÊ KURD BIDESXISTINÊN DI HER QADÊ DE WEKÎ SERKEFTINÊN XWE DINIRXÎNE'
KCD'ê, anî ziman ku li ser vê axê gelê kurd dijî, lê gelê kurd ji mafê xwe yê nasname, çand, statu û hemû nirxên xwe yên neteweyi dûr in. KCD'ê, da zanîn ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bi rûmet hebûna xwe di nava cîhanê de qebûl kiriye û rûmeta xwe pêş xistiye û wiha got: "Bi taybetî Piştî Kurdistana Iraqê Kurdistana Sûriyê jî rêveberiya xwe ya xweser bi dest xist. Vê bidestxistinê di nava hemû kurdên li ser ruyê cihanê de kêf û coşek ava kiriye. Kurdan, di qada netewebûn û yekîtiyê de gavek mezin avêtiye. Gelê kurd bidestxitina her perçeyî ji bo xwe serkeftinek mezin dibînin. Lê AKP vê yekê tehemul nake û êrîş dike. Têkiliya Esat û Erdogan vê yekê nîşan dide. Ev hewldana AKP'ê û dewleta tirk vala û pûç e. "
'BILA WEKÎLÊN KURD ÊN DI NAVA AKP'Ê DE ÎSTIFA BIKIN'
KCD'ê bang li hilbijêrên kurd ên di nava AKP'ê de cih digirin jî kir û xwest ji AKP'ê ya şerxwaz û polîtîkayên înkar û îmhayê li dijî kurdan dimeşîne îstîfa bike û li nava kurdan vegere. Tirkiye dê bi yekîtiya gelê kurd û tirk bi ser bikeve û divê her kes bi vê helwestê nêzîkî çareseriyê bibin.
ÇEKÊN KIMYAWÎ TÊN BIKARANÎN
Di daxuyaniyê de ev tişt cih girtin: "Rêveberiya rewa a kurdên Sûriyeyê, nayê meneya dewleteke serbixwe, tenê jiyaneke aştî û demokratîk digire dest. Desthilatdariya AKP'ê ji ber feraseta xwe ya nîjadperst hem li welat û hem jî ji derveyê welat, wekî welatekî berpirs xwe dibîne. Van rastiyan jî bi piştgiriya medyaya hemdemî dixwaze veşêre. Ev du hefteye li Şemzînanê reşa şerekî dijwar heye, lê vê rewşê ji raya giştî vedişêre. Bi dehan gund hatine valiakirin, rê hatine girtin. Li herêma Şemzînanê çekên kîmyawî tên bi karanîn."
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedarên ku ji hêla PKK'ê ve hatine binçavkirin, komkujiya Roboskê dixwazin bidin ji bîrkirin û xelatkirina polîsên îşkencekar, hemû ji ber feraseta AKP'ê ya nîjadperest pêk tê û her dem kurd dibin hedefa êrişên faşîzan û ev tişt hat gotin: "Êrişa li Meletiyê ya li dijî elewiyên kurd, êrîşa li Muglayê ya li dijî esnafê kurd û êrîşa li dijî karderên kurd ên li Stenbolê, hemû ji ber sedema va poloîtîkayên nîjadperest pêk tên. Piştî hedefnîşandanan kurdên li Sûriyeyê, êrîşa li dijî kurdan ne tesadufî ye."
Di berdewam daxuyaniyê de tecrîd jî hat rexne kirin û ev tişt hat gotin: "Divê ev operasyonên leşkerî bi dawî bibin. Divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin û yekane aktorê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan muxatab bê girtin û pêkanînên tecrîd û îzalasyonê bên bi dawîkirin."
'ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SILAV DIKIN'
KCD'ê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe yekitiya gelê kurd xurtir dibe û destkeftiyên gelê kurd zêde dibe. KCD'ê ev tişt got: "Ev careke din reveberiya gelên meyên Rojava ya rewa silav dikin û em heta dawiyê piştgiriyê didin şoreşa wan. Destkeftiyên gelê kurd tê meneya azadî, aştî û wekeheviya Rojhilata Navîn ya gelan. Rastiya dîrokî jî diyar kiririye ku yekitiyeke stratejîka bi gelên kurd re dê bi gelan bide qezenckirin."