Kartal: Pêwîste em bi xurtî rabin serhildanê

Kartal destnîşan kir, ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt bûye û got, "Girîng e gelê me bi serhildanên gel ên bi bandor re xwestî li bajarên xwerêveberî lê hatiye ragihandin, derkeve."

Hevserokê Kongra Gel Kartal, gel û YDG-H ên berxwedana xwerêveberiyê dimeşînin, silav kir. Kartal diyar kir ku berxwedana azadiyê ya gelê Kurd bilind bûye û got, "Pêwîste gelê me bi serhildanên gelekî bi bandor re destekê bidin bajarên xwerêveberiyan."

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, li ser qewimînên dawî yên li Kurdistanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel hat lidarxistin. Weke qiseker Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal beşdarî civînê bû.

Kartal piştî civînê bersiv da pirsên ANF'ê û got, "Xwerêveberî, vîn û projeya çareseriya siyasî ya gelê Kurd e. Gelê Kurd xwerêveberiyan, xweseriya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd esas digire. Ev yek israra gelê Kurd e. Divê berxwedana gelê Kurd ne tenê li cihên xwerêveberî lê hatine ragihandin, be. Pêwîste li bajar û navçeyên din jî xwerêveberî werin ragihandin."

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD BILIND BÛ'

Kartal bibîr xist, ku heman piştî meha Adarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û got, "Em destpêkirina weke destpêka fermî ya şer dibînin. Piştî encama hilbijartinên 7'ê Hezîranê, rizgarkirina Girê Spî ji DAIŞ'ê û gihîştina hev a kantonên Cizîr û Kobanê, delweta Tirk bi awayekî vekirî dest bi şerekî topyekûn kir. Sedema destpêkirina şer jî polîtîkayên dewletê yên mijûlkirin û rizandina pirsgirêkê ye. Lê belê ev pûç bû. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bilind bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd hem li Bakurê Kurdistanê , hem li Tirkiyeyê, hem li Rojavayê kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn gelekî bi pêş de çû. Lewma Tirkiyeyê dest bi şerekî topyekûn kir."

'EM GELÊ KURD Û CIWANÊN YDG-H'YÎ JI DIL PÎROZ DIKIN'

Kartal, şerê ku dewletê îro li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin şiband pêkanînên di dema komkujiyên Dêrsim, îsyata Şêx Seîd û Agirî û got, "Li hemberî vê polîtîkaya ji bo tepisandina tevgera azadiyê û gelê Kurd, gelekî girîng e û mecbûrî ye ku gelê me berxwedaneke topyekûn bimeşîne."

Kartal axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di vê çarçoveyê de, îlana xwerêveberiyan û kolandina xendekan ji bo xweparastinê, ku gelê me bi vîna xwe xist meriyetê, gaveke pêwîst û mecbûrî ye. Li ser vê bingehê, em tevahiya gelê xwe yê li cihên xwerêveberiyê li ber xwe dide û ciwanên YDG-H ên li van çeperan li ber xwe didin, ji dil silav dikin. Berxwedana wan wê ji sedî sed bi ser bikeve. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkeve, qadên berxwedanê berfireh bike û têkoşînê bi ser bixîne."

'BI SERHILDANÊN GEL RE DIVÊ WERE DESTEKKIRIN'

Hevserokê Kongra Gel Kartal da zanîn ku xwerêvberî vîn û projeya çareseriya siyasî ya gelê Kurd e û ev xal destnîşan kir: "Gelê Kurd xwerêveberiyan, xweseriya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd esas digire. Ev yek israra gelê Kurd e. Divê berxwedana gelê Kurd ne tenê li cihên xwerêveberî lê hatine ragihandin, be. Pêwîste li bajar û navçeyên din jî xwerêveberî werin ragihandin. Li bajarên ku şert û mercên xwe ji bo ragihandina xwerêveberiyê ne guncaw in, divê gelê me serhildanên bi bandor ên gel pêk bîne û destekê bide bajarên xwerêveberiyan. Ev yek bi tenê bi Kurdistanê re ne bi sînor e. Kurdistaniyên li metropolên Tirkiyeyê dijîn û hemû demokrat, mirovên pêşverû, welatparêz, sosyalîst û komên mûxalîf li hemberî sîstema faşîzan a Erdogan, bi gelê Kurd re rabin ser piyan û xwedî li berxwedanê derkevin."

'PÊWÎSTE GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ BIBE DENGÊ XWERÊVEBERIYAN'

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal da xuyakirin, ku Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn di vê pêvajoyê de dikarin bi roleke gelekî bi bandor rabin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Gelê me yê li Ewropayê di heman demê de viê bibe dengê xwerêveberiyan û gelê me yê berxwedêr. Ne tenê bi çend çalakiyan, girîng e bi bîr û baweriya pêvajoya fînalê, tevbigere. Di vê pêvajoyê de bi afirandina raya giştî re em dikarin li qada navneteweyî bi bandor bin û zexta raya giştî ya navneteweyî ya li ser polîtîkaya Tirkiyeyê giran bikin. Bi vê armancê divê gelê me yê li Ewropayê çalakiyên xwe bê navber lidar bixe."