Hemwelatiyê bi navê Sedat Hazar (41) ku li Elbaka Wanê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin, li nêzî navçeya Erxaniya Amedê serbest hate berdan.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hemwelatiyê bi navê Sedat Hazar (41) yê li navçeya Elbaka Wanê di şantiyeyê di xebitî hatibû revandin li navçeya Erxeniya Amedê derket.
Hazarê ku hate îdîakirin ji ber fîdyeyê hatiye revandin, çavên wî girêdayî li ser rêya Çiyayê Makam ya Erxeniyê hate dîtin, piştre çû Qereqola Erxeniyê.
Sedat Hazar îfadeya ku daye polîsan, bilêv kir ku ji ber ku çavên wî her girêdayî bûn ji aliyê kê ve hatiye revandin nizanine.
Hazarê ku li nexweşxaneyê di kontrola tenduristiyê de derbazbû, piştre li gel malbata wî ya ji Bedlîsê hat, çû.