Karayilan: Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku pêwîste ji gefên dewleta Tirk neyê tirsîn û got, "Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku pêwîste ji gefên dewleta Tirk neyê tirsîn û got, "Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku pêwîste ji gefên dewleta Tirk neyê tirsîn û got, "Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin."
Karayilan, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bersiv da pirsên Denîz Kendal.
Karayilan da xuyakirin ku gelê Kurd di vê asta dîrokî ya têkoşîna azadiyê de ketiye serdema herî stratejîk û têkoşîneke man û nemanê hatiye destpêkirin.
Karayilan diyar kir ku di serî de gelê li Bakurê Kurdistanê divê tevahiya gelê Kurdistanê xwedî li van navendên berxwedanê derkevin; wan bi tenê nehêlin û got, "Divê gelê Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê bi tenê neyê hiştin. Îro gelê Botan, Amed, Mêrdîn û Geverê li ber xwe didin. Pêwîste hemû herêmên din li wan xwedî derkevin. Bi taybetî Kurdistaniyên li metropolan, di demeke ku deleta Tirk bajarên Kurdan wêran dikin, bi tank û topan êrîş dike de, li mala xwe rûnenê û her kes tiştekî bike. Divê her kes tevkariyê li vê pêvajoya dîrokî bike. Eger ev hemleya dewleta AKP'ê ya li hemberî gelê me bêencam bê hiştin, wê naskirina Xweseriya Demokratîk a ku mafê xwezayî yê gelê Kurd e, veguhere rastiyê. Lewma firsendeke dîrokî heye."
'EM XURT IN, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Endamê Komîteya Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku pêwîstî bi tirsa ji gefên dewleta Tirk nîne û got, "Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin. Lê belê yê xurt em in, yê bi ser bikeve jî em in. Pêwîste em bi vê bawer bin. Ya girîng ew e ku her kes wezîfeya xwe ya welatparêziyê û demokratbûyînê bi cih bîne. Jin, ciwan, extiyar, kedkar, gundî her kes divê bi berpirsyarî rabin. Di vê pêngava ku bi taybetî ciwanên Kurd dane destpêkirin û jinên Kurd bi hemû taybetmendiyên xwe yên azadîparêziyê tevlî dibe de, gelekî girîng e ku tevahiya gelê me bi berxwedaneke mezin beşdar bibe. Hin rêxistinbûyînên siyasî yên cuda jî, ku min beriya niha anîbû ser ziman, dikarin beşdar bibin. Ev berxwedan li her kesî vekiriye; berxwedaneke neteweyî-demokratîk e. Girîng e her kes tevlî bibe. Parçeyên din ên Kurdistanê jî divê li herêma lê ne piştgiriyê bidin."
BILA CIWAN BERÊ XWE BIDIN NAVA REFÊN YDG-H
Karayilan bi taybetî bang li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî yên li metropolan kir û got, "Bila her kes li cihê lê ne, berxwedana xwedîderketinê pêk bînin. Lê belê yên dikarin bikin bila werin, bila li bajarên berxwedanê tevlî berxwedanê bibin. Bila her kes bên Cizîra Botan, bên Sûrê û tevlî refên YDG-H bibin. Pêwîste navendên berxwedanê bibin navendên dilê gelê Kurd lê dide."
'BILA TI KES NE LI BENDA FERMANÊ BE'
Karayilan di dewama axaftina xwe de got, "Pêwîstî pê nîne ku kes bêje 'ferman heye yan jî nîne'. Ferman giştî ji xwe ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn. Roj roja berxwedanê ye; roj roja xwedîderketina li xwe, li nasname û heysiyeta xwe ye. Roj roja bi fedekarî û berpirsyariyeke mezin meşa ber bi pêşeroja azad e."
Karayilan her wiha bang li Kurdistaniyên li derveyî welat, li Ewropa, Kanada, DYA, Rûsya û çar aliyên cîhanê kir, ku bi çalakiyên xwe yên demokratîk re bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser Kurdistanê.