BI DÎMEN

Karayilan: Pêvajoya li pêş me pêvajoyek nû ye, awarte ye

Karayilan diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şerekî hundirîn diqewime, hişyar kir ku ji bo jiyana hevpar a bi Tirkiyeyê re hewldanên dawî tên raberkirin.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan ji Newroz TV re axivî, got wê sala 2016’an ji bo Kurdan sala serketinê be.

Karayilan diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şerekî hundirîn diqewime, hişyar kir ku ji bo jiyana hevpar a bi Tirkiyeyê re hewldanên dawî tên raberkirin.

‘ŞER JI ÇIYA DAKET DEST Û BAJARAN, EV ŞEREKÎ HUNDIRÎN E’

Karayilan destnîşan kir ku li dijî êrîşan Kurdan xwe wek îrade danîne holê, wiha axivî:

“Gelê Kurd êdî jiyanek bê nasname, bê statu, wek koleyan qebûl nake. Niha li Bakurê Kurdistanê berxwedanek pir dîrokî heye. Serok Apo dixwest bi hesasiyetek mezin ve ev mijar bi rêyên aştixwaz ve çareser bibe. Erdogan bi destên xwe ev hemû tine hesibandin. Li ser vê jî li dijî me şer dan destpêkirin. Êrîşan destpê kirin. Di şevekê de di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê tevahî herêmên me bi balafirên şer bomberdûman kirin.

 ‘EV DEWLET ÇARESERIYÊ NAXWAZE’

Karayilan got, “Pirsgirêk ji vir ve çêbû” wiha dewam kir: “Gelê me ev fêm kir: Ev dewlet çareseriyê naxwaze. Têkîldarî çareseriyê tiştên heta niha gotine ne rast in. Di zîhniyetên wan de naskirina mafên gelê Kurd tineye.”
Karayilan dema bal kişand ser berxwedana bi xendekên li dijî êrîşên dewletê tên pênasekirin jî destnîşan kir ku ev ne şêwazê êrîşê ye.

Karayilan wiha axivî:

“Destpêkê ciwanên Kurd gotin êdî vê zilmê qebûl nakin û xendek kolan, li ber xwe dan. Tê zanîn ku xendek di dîroka mirovahiyê de bi armanca parastinê tê bikaranîn. Xendek ne şêwazekî êrîşê ye. Dewleta Tirk êdî ne tenê bi gerîlayan, bi ciwan, jin û tevahî Kurdên dixwazin bibin xwedî nasname re şer dikin. Ji ber vê jî şerekî berfireh ji çiyayan daket deşt û bajaran. Niha şer hem li çiyayan hem li deşt hem jî li bajaran e.”

Karayilan bal kişand ku dewleta Tirk bi çekên giran û helîkopterên Kobra ve êrîşî bajaran dike, wiha got:
“Ev bi awayekî aşkera şerekî hundirîn e. Şerekî pir berfireh e. Medyaya Tirkan dixwaze ser vê binuxumîne û windahiyên xwe vedişêre.

 ‘GELÊ KURD DIXWAZE BI TIRKIYEYÊ RE BIJÎ LÊ EV HEWLDANÊN DAWÎ NE’

Karayilan destnîşan kir ku wê spartinên Tirkbûnê û yekperestiyê qebûl nekin, ev şiyariyên girîng kir:
“Gelê Kurd dixwaze bi gelê Tirk re bijî lê bila her kes vê baş bizanibe ku ev hewldanên dawî ne. Eger dewleta Tirk di van şertan de careke din qebûl neke û bibêje ‘hûn ê bibin Tirk’, spartinên xwe yên yek welat, yek mîlet, yek dewlet û yek zimanî bispêre, ev nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Ji ber ku em cuda ne, em Kurd in. Em ne Tirk in. Em qebûl nakin ku her tiştên me bên qedexekirin, çanda me, hebûna me û heqîqeta me bê binpêkirin.”

Karayilan diyar kir ku eger Tirkiye di van mijaran de guhertinekê çêke wê karibin bi hev re bijîn, wiha got: “Eger pêk neynin, em ê li çareseriyên xwe bigerin. Eger Rêber Apo di zindanan de bimîne, zimanê Kurdan qedexekirî bimîne, li girtîgehên Tirkan ewqas milîtan û ciwanên Kurd hebin, em ê çawa bi Tirkiyeyê re bijîn.”

 ‘SALA 2016’AN JI BO KURDAN PÊVAJOYEK NÛ YE, WÊ SERKETINÊ BÎNE’

Karayilan got sala 2016’an wê ji bo tevahî parçeyên Kurdistan saleke nû be, di vê mijarê de wiha got:

“Konjonktura herêmî êdî nîşan dide ku em ê serketinê bi dest bixin. Şertên berxwedana li Bakur jî serketinê radixe ber çavan. Pêvajoya pêşiya me pêvajoyeke nû ye. Awarte ye. Divê em vê bizanibin. Eger em pêşeng, pêşengiyek rast bikin, li wezîfeyên xwe xwedî derkevin, êdî wê gelê Kurd di vê pêvajoyê de serketinê bi dest bixe, azad bibe. Şertên vê hene.”