Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Niha li 35 km hundirê sînor li derdora Şemizînanê gerîla hene. Bi vî awayî gotinên hundir û dersînor jî êdî dibin çîrok.” Karayılan destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Şemîzînanê, niha li Botan-Zagrosê hemû wisa ye û xwest gundên Oremar û Şitazinê bêne valakirin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û der barê tevgera gerîlayan a ku ji 23’yê tîrmehê ve li navçeya Şemizînan a Colemêrgê berdewam dike de got; “Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêş xistiye, gerîlayan bi operasyona Şitazin-Oremarê ya di 19’ê hezîranê de qonaxeke nû ya têkoşînê xistiye meriyetê.”
Karayilan got; “Ligel taktîka gerîlayan a lêxe-bireve, niha di rojevê de taktîkek nû ya bi awayê li gelek cihan lêbixe, li wir çeperên xwe deyne û serweriya xwe ya li ser herêmê pêş bixe, di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de niha li Kurdistanê rewşa şerek dijwar heye.”
DI 3 ROJAN DE 2 SKORSKY HATIN XISTIN
Karayilan wiha domand; “ Li ser araziyekê berfireh pevçûneke mezin heye, têkoşîn û şerek heye. Ji ber vê jî dewleta Tirk û çapemeniya Tirk rastiyan ji raya giştî û civakê vedişêre, bi vî awayî bûyerên li Şemizînanê bi awayên cûda şîrove dikin.” Karayilan bi bîr xist ku tenê hefteya borî di nava 3 rojan de gerîlayan 2 helîkopterên skorsky xistine û derbe li 2’yên dijîn xistine.
OREMAR Û ŞITAZIN DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE NE
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku beşek girîng ji rêya diçe Oremarê di destê gerîlayan de ye û got; “Dîsa, gelo li derdora Çiyayê Cîlo yê ewqas mezin, Çiyayê Çarçela, li derdora Oremarê tu kontrolek a dewleta Tirk heye? Nexêr. Ji ber ku şerek bi rojan bi rêya balefir û kobrayan meşand, lê nekarî bikeve van deran. Gerîlayan li wir rê neda artêşa Tirk û hema bêje herêmên Oremar û Şitazin bi temamî di bin kontrola gerîlayan de ne.”
Karayilan bal kişand ser gundên hatin valakirin jî û got; “Niha dewleta Tirk ji bilî gundên Oremar û Şitazinê, dixwaze hemû gundên herêmên vala bike. Li Geliyê Doskiyan 9-10 gund di bin zextên dijwar ên dewletê de ne û dixwazin vana jî vala bikin. Tenê dixwazin Oremar û Şitazinê bihêlin. Dixwazin sûdê ji her du gundan bigirin û xwe biparêzin”.
BANGA ŞITAZIN-OREMARÊ VALA BIKIN
Karayilan wiha pê de çû; “Bi vî awayî ez dixwazim ji gelê me yê li her du gundan re bêjim; Ez bang li gelê me yê van gundan dikin ku hem ji bo helwestek li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a cote standart a ku gunên din ên vala dikin û tenê her du gundan dihêlin û hem jî ji bo dewleta Tirk a mêtînger tu sûd û feyde ji her du gundan negirin, her du gundan vala bikin. Helwesta herî baş a ku gelê me yê li vir nîşan bide ev e.”
REWŞA ŞEMIZÎNANÊ
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku niyeta wan a bidestxistina navçeya Şemizînan tune ye û got; “Li wir gerîlayên me li hemberî tûgaya ku her roj topan diavêje gundan û zilmê li gelê me yê li wê herêmê dike, dixwaze çepergirtina xwe ya li herêmê berfireh bike. Yanî tu dê werî li ser sînor gelê me yê li her du aliyên sînor bidî ber topan, wê demê jî gerîla dê were kêleka te. Niha li di nava 35 km ên hundirê sînor de gerîla hene. Bi vî awayî êdî derveyê sînor û hundirê sînor bûye çîrok. Gerîlayan jixwe li deverên nêzî Şemizînanê çeperên xwe danîne. Hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo gerîlayan ji vir derbixin, hatine pûçkirin. Rewş ev e.”
OPERASYONA LI HEMBERÎ MÊTÎNGERIYÊ
Karayilan got; “Bûyerên niha li wir diqewimin, operasyona gerîlayan a li hemberî zext û zilma mêtîngeriyê ye. Ev sekna gerîlayan performansa leşkerî ya gerîlayan jî nîşan dide” û ev bang kir li gelê Şemizînan-Rûbarokê kir:
“Ez vê jî bêjim: Di encama êrîşên balefirên şer û êrîşên bi obîs û hewanan ên artêşa Tikr de gelê me yê welatparêz yê li vê herêmê gelek ziyanan dibîne. Ez bi salan e ku gelê me yê li vir van tengasiyan dikişîne, lê bila baş were zanîn, ji bo bidawîbûna van êşan û ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk, tenê rêyek heye ew jî ew e ku gelê me bi yekgirtinê li hemberî hêzên mêtînger û dagirker bibe xwedî helwest. Bi baweriya min gelê me yê li vê herêmê di vê zanebûnê de ye.”
BILA KURD Û ELEWÎ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN PIŞTGIRÎ BIDIN HEV
Karayilan bal kişand ser êrîşên nijadperest û êrîşên lîncê yên hefteya borî li Meletiyê li hemberî Elewiyan pêk hat û got; “ Di bingeha van êrîşan de hawira ku serdestiya Tirk a şovenîst afirandiye û psîkolojiya bindestiyê heye. A girîng ew e ku ev yek were dîtin.” Karayilan ji Kurd û Elewiyan xwestin ku li her derê ku lê ne, li hemberî van êrîşan rêxistinên xwe xurt bkin, di aliyêk têkoşînê de piştgiriya hev bikin.
PEYAMA CEJNA GULAN
Karayilan bal kişand ser pêvajoya 2’ê Tebaxa 1999’yê û destnîşan kir ku Ocalan ji bo pûçkirina êrîşên komploya navneteweyî, ji bo pêşîlêgirtinên pevçûnên di navbera gelên Kurd û Tirk de û ji bo pêşxistina çareseriyeke aşitiyane-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd, pêvajoya 2’ê Tebaxa 1999’ê îlan kiriye.
Karayilan ragihand ku piştî demekê hat dîtin ku êdî tu niyeta çareseriyê ya dewleta Tirk tune ye û got; “Her çendî me heta hezîrana 2004, tenê gulleyk jî neteqand, me weke aliyê Kurd, Rêbertî û tevgera me ji bo pirsgirêkê bi rêyên aşitiyane çareser bibe, me gelek hewl da, lê aliyê Tirkan got ‘Em bi ser ketin, me ew tune kirin’ û hebûna pirsgirêka Kurd înkar kir. Di wê dîrokê de Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Rûsyayê bersiv da pirsekê û got; “Ger hûn nehizirin, pirsgirêka Kurd jî tune ye.
Belê me ji wê rojê re got Cejna Gulan. Me xwest em gul biavêjin dewleta Tirk, me gul avêt, lê wana li hemberî van gulan gulleyan avêtin me. Gulleya hewanê avêtin, gulleya topê avêtin û xwestin me tune bikin. Bi gulleyê bersiv dan gulê.” Karayilan destnîşan kir ku ji bo AKP dest ji polîtîkayên xwe yên tunekirinê berde, pêvajoya berxwedanê ji 2004 dîsa hatiye rojevê û heta îro berdewam dike.
Karayilan got; “Li ser vî esasî ez bi taybet şehîdên me yên qehreman ên ku di dema vekişîna sala 1999 de şehîd bûn, ên ku bi dirûşima “Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û ji bo pûçkirina komployê fedekariyekê mezin nîşan dan û şehîd ketin bi vî awayî destanên berxwedanê afirandin, careke din bi bîr tînim, bejna xwe li ber wana ditewînim û soza ku me daye wan qehremanan, careke din dubare dikim.”